Cezayê disîplînê dan Sebahat Tuncel û Sîbel Akdenîz

  • 12:03 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Bihinceta "dirûşim berz kirine cezayê disîplênê dan Sebahat Tunel û Sîbel Akdenîz ên ku li Girtîgeha Sîncanê dimînin. Sebahat li hemberî biryarê parastin kir û got, "Ev bikaranîna mafê  xwe ye. Di girtîgehê de mayîna min nayê wateya ku ez ê maf û azadiya xwe bi kar neynim." 
 
Hat diyarkirin ku cezayê disîplînê li Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a tundî lê hat kirin û Sîbel Akdenîz a ku di çarçoveya qirkirina siyasî ya Kobanê de girtiye hatiye birîn. Sebahatê di hevdtina ku di 9'ê Tebaxê de bi parêzerê xwe re kiribû de diyar kiribû ku tundî li wan hatiye kirin.
 
Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve derbarê Sebahat Tuncel û Sîbel de bi hinceta "dirûşm berz kirin û sirûd xwendine" lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de piştî ku îfadeya herdu siyasetmedaran hat girtin li Sebahatê "mehek cezayê nikrane bi kesên bên serdana wê re hevdîtinê bike" û li Sîbelê jî cezayê "Mehekê nikare bi kesî re têkiliyê dayne û  amurên ragihandinê bi kar bîne" hat birîn. 
 
'Girtîbûna min nayê wateya ku ez ê mafên xwe bi kar neynim'
 
Sebahata Tuncel a ku li hemberî cezayê hat birîn îfade da Lijneya Disîplînê, diyar kir ku di çarçoveya hiqûqê de kes dikarin nêrîn û fikrên xwe azad bînin ziman û mafên wan ê çalakî û rêxistinkirinê di bin ewlehiyê de ye. Sebahatê got ku dirûşma ji bo ku pirsgirêkên li girtîgehê tên jiyîn bikevin rojevê û bên çareserkirin berz kiriye ne sûc e û berdewam kir, "Ev bikaranîna mafê  xwe ye. Di girtîgehê de mayîna min nayê wateya ku ez ê maf û azadiya xwe bi kar neynim."
 
'Li dijî neheqiyê bêdeng nemam'
 
Sîbel Akdenîz jî di parastina xwe de wiha got, " Tu kes ji xwe ber dirûşman berz nake. Dirûşim bêdengnemayîna li heberî neheqiyê ye. Li dijî pêkanînên girtîgehê ku min qebûl nekir di çarçoveya bikaranîna azadiya xwe de min dirûşm berz kir û min bi vê rêbazê xwe anî ziman. Di girtîgehê de be jî mafê her kesiye ku bi awayê azad xwe bînin ziman."
 
Biryara ceza ji Sebahat û Sîbelê re di 24'ê Tebaxê de hatiye ragihandin. Hat diyarkirin ku herdu jinan jî li dijî cezayê li wan hatiye birîn îtîraz kirine.