Ji jinan ji bo doza Ayşe Gokkan bang

  • 09:01 12 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Bedevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan, ku girtiye di 13’yê îlonê de rûniştina wê pêk tê, siyasetmedarên jin derbarê tevlîbûna dozê de bang kirin.
 
Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan tevî zext û binçavkirinên dewletê dest ji têkoşîna jinê berneda. Derbarê wê de nêzî 200 lêpirsîn hatine vekirin û 83 caran hat binçavkirin. Ayşe herî dawî bi îdiayên ‘endamtiya rêxistin’ û ‘rêvebertiya rêxistinê’ di 28’ê çileya de hat girtin. Di 22’yemîn rûniştina wê di 13’yê îlonê de pêk tê û jinan derbarê rûniştinê de banga piştevaniyê kirin.
 
‘Ji hêza jinan ditirsin’
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren bi lêv kir ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê desthilatdariyeke serdest ya mêr e û dijminê jinê ye û wiha got: “Derbarê Ayşeyê de 168 doz hatine vekirin û  nêzî 600 îfadeyên wê hatine girtin. Desthilatdariya AKP’ê dijminê jinê ye û dixwaze jinên berxwedêr tune bike. Hevala me ya Ayşe dema dibistana seretayî de ji ber kurdî axiviye mamsote bi ço li neynûkê wê xistine. Ayşe di nivîsek xwe de dibêje ‘Min ew êş her tim hîs kir.’ Wê êşê Ayşe tu car berneda lê ew êş veguherin berxwedanê, têkoşîna jinan. Vê jî desthilatdarî kir fikarê. Ev jî nîşan dide ku li ser jinan zextên mezin hene. Pergala serdest ya mêr ji hêza jinan ditirse.” 
 
‘Ayşe ji ber jin û kurde girtiye’
 
Elîfê her wiha di axaftina xwe de bi lêv kir AKP li ser jinê kurd, sosyalîst, LGBTÎ û hemû jinan zext û şîdetê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî AKP bi ser jinên wek hevala me Ayşe Gokkan ku têkoşîna jina kurd dide, diçe. Di esasê de rewşeke ku Ayşeyê bide girtin tune. Ayşe dikare li derve jî bê darizandin. Ji xwe Ayşeyê gotibû ‘Ez li pişt doza xwe me ez naçim cihekî’. Tevî evqas zilm û zextê Ayşeyê dest ji têkoşînê berneda. Jinên ku di têkoşîna jinan de peywira lokomotîf dibîne. Ya ku ev peywira lokomotÎf girtiye jî Ayşe hevale. Ji ber vê jî zext li ser Ayşeyê giran bûne. Ayşe ji ber têkoşîna jinan niha girtiye.”
 
‘Em banga piştevaniya ji bo Ayşeyê dikin’
 
Elîfê banga tevlîbûna rûniştina 13’yê îlonê de pêk tê jî kir û wiha dawî lê anî: “Em bana tevlîbûn û piştevaniyê li hemû jinan dikin. Em divê li dadgehê bêjin ‘Ayşe Gokkan berdin’. Heta ku têkoşîna jinan hee wê serkeftin jî hebe.”
 
‘Ayşe bi sekna xwe ji bo jinan bûye mînak’
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu da zanîn ku Ayşe nebigirine ser gora dayika wê Lutfiye Gokkan û wiha got: “Evqas binpêkirin, newekhevî, bêdadî, mafêmahî û dijhiqûqî heye ku mirov bi ku bigirin destê mirovan de dimîne. Bêguman hevala me Ayşe Gokkan ku bi salane têdikoşe bi sekna xwe ji bo jinan bûye mînak.”
 
‘Hevalên me yên girtî wê aştiyê bînin’
 
Pakîzeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê têkoşîna jinê ye û wiha pê de çû: “Ji ber li vî welatî herî zêde jin li kolanan li ber xwe didin. Ev bloka faşîst ji jinan ditirse. Ji ber vê jî dixwazin bêdeng bikin. Lê ev hewldanên valane. Aktîvîstê kurd di zindanan de ne. Niha bi sedan kes girtîne. Ayşe jî yek ji wan e. Wê hevalên me aştiyê bînin vî welatî. Sekna Ayşeyê cesaret û hêviyê dide jinan. Tevî her tiştî têkoşîna ku dide gelek pîroze. Ez bang li hemû kesî dikim ku di 13’yê îlonê de tevlî rûniştinê bibin û divê demildest Ayşe Gokkan bê berdan.”