Pervin Buldan: Divê Aysel Tugluk demildest bê tehliyekirin

  • 16:10 11 Îlon 2021
  • Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan bal kişand ser rapora ATK'ê ya ji bo Aysel Tugluk hatiye amadekirin û wiha got:"Divê Aysel Tugluk demildest bê tehliyekirin."
 
Saziya Tipa Edlî (ATK) li gor rapora da Aysel Tugluk a li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Kandiraya Kocaeliyê dimîne da zanîn "dikare jiyana xwe tena serê xwe bidomîn".
 
Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir:"Pirsgirêkên tendirustiyê yên girîng ên Aysel Tugluk hene. Divê Aysel Tugluk demildest bê tehliyekirin."