Li Mexmûrê koma 135'an greva birçibûnê dewr girt

  • 11:12 11 Îlon 2021
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" didome û îro koma 135'an çalakî dewr girt. Çalakvanan diyar kirin ku dê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 268 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseyê koma 135’an çalakî dewir girt û berxwedan 268 roj in didome. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê koma 134’an Firat Ûrek xêr hatine gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji ber ku Rêberê Gelan Rêber Apo ev 23 sal in dîl girtiye ji bo azadiya fizîkî me dest vê çalakiyê kiriye. Dilên azadiyê bi hêvî û baweriyek mezin bidest greva birçîbûnê kirin. 
 
Gelê me yê Mexmûrê jî vê yekê ji bo xwe weke rexne girt dest. Weke gelê Mexmûrê derfetên me hebûn, pêwîst me pêşengtî ji vê pêngavê re kiriba, me erkê xwe ne danîba ser milê dîlên azadiyê. Em weke çalakvanên koma 134’an û gelê Wargehê rexnedayîna xwe li hember dîlên azadiyê didin. Em weke ciwanên Mexmûrê, ciwanên Rêber Apo em wê sozê didin Rêberê xwe, şehîdan û dîlên azadiyê emê bi ruh û can bi werebin erkê dikeve ser milê me em ê pêkbînin. Bi yekitiya xwe re em ê serkeftinê bi xwe re bînin. 
 
Weke Gelê Kurd pêwîste em di ferqa çalakiyê xwe debin. Me soz dayê rêberê xwe, şehîdên xwe û dîlên azadiyê heya ku em rêberê xwe bi awayekê fizîkî azad ne kin em berxwedaniya xwe bidomînin. Em ê bi dilekê rast û baweriyek mezin çalakiyên xwe bi domînin. Wê serkeftin ya Gelê Kurd be.”
 
Merasîma dewr girtinê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo", “Bê serok jiyan na be” û “Bijî berxwedana Zendura” bi dawî bû.