'Biryara ATK’ê ya derbarê Aysel Tûglûk de siyasî ye'

  • 10:47 11 Îlon 2021
  • Rojane
ENQERE - Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê derbarê rapora serokatiya ATK’ê ya Stenbolê "Aysel Tûglûk dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” de daxuyaniyek da û got: "Biryara ATK’ê ya derbarê Aysel Tûglûk de siyasî ye û em qebûl nakin.”
 
Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK), têkildarî rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya berê û Hevseroka Giştî ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya berê Aysel Tûglûk ku niha di Girtîgeha Kandiriya Kocaeliyê ya Tîpa F de dimîne, rapora ku amadekir aşkere kir. Li gorî rapora ku hat aşkerakirin "Aysel Tûglûk dikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne." Derbarê raporê de Cigirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpisryar Parêzer Umîd Dede daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 'Roja ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Îzmîtê derbarê Aysel de teşhîsa ewil danîn û heta niha ji aliyê yekeyên partiya me yên têkildar û parêzeran ve hem rewşa tenduristî û hem jî pêvajoya hiqûqî ya Aysel hatiye şopandin. Ligel ku me bi nêz ve dişopand jî di çarçoveya hesasiyeta Aysel û malbata wê me ji raya giştî re parve nekir.
 
Em weke parêzerên wê û Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê, ji bo parastina mafên qanûnî û yên tenduristiyê yên Aysel Tûglûkê, heta bi rêyên hiqûqî, tibbî û îdarî encam bigirin em ê bi israr bişopînin. Di vê çarçoveyê de em ji raya giştî re parve dikin ku serlêdana îtîrazê ya Lijneya Bilind a Tiba Edlî îro hat kirin. Biryara ATK’ê ya derbarê Aysel Tûglûk de siyasî ye û em qebûl nakin.”