Parêzerê malbata Dedeoglulari: Ez bi fikar im delîl ji holê bên rakirin
- 10:30 11 Îlon 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzerê malbata Dedeogulari ya li Konyayê hat qetilkirin, Abdurrahman Karabulut diyar kir ew bi fikar e delîl ji holê bên rakirin.
Parêzerê malbata Dedeogulari ya li navçeya Meramê ya Konyayê hat qetilkirin, Abdurrahman Karabulut diyar kir tevî muracatên kirine jî nivîsên watsapê û qeydên qamerayê nedane wan û got ew bi fikar e delîl ji holê bên rakirin.
Abdurrahman ê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal parvekirin kir wiha got:"Tevî me muracat kir jî nivîsên watsapê û qeydên qamerayê nedan me. Kîjan nivîsên watsapê yên ji me vedişêrin hene? Mafê parastina me tê binpêkirin. Ez bi fikar im delîl ji holê bên rakirin."