'Divê deng bidin dengê girtiyan'

  • 09:06 11 Îlon 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
AYDIN - Jinan balkişand ser girîngiya grevên birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîdê dane destpêkirin û diyar kirin ku yek ji pirsigrêkên ku tecrîd bandor lê dike pirsgirêka kurd û çareseriya wê ye lê ev ancax bi destpêkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkane.
 
Bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û dawî li binpêkirinên mafên girtiyan bê, girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 5 rojan kirin û grev ji 14’ê Tîrmejê de ye wek 15 roj dorveger didome. Çalakî bi koma 50’emîn re di roja 289’an de berdewam dike û derbarê çalakiyan de piştgirî jî didome. Tê destnîşan kirin ku tecrîd bi giştî li ser civakê giran bûye, veguheriye zextê û yek ji mijara ku herî zêde bi bandor dibe pirsgirêka kurd e.
 
‘Divê deng bidin dengê girtiyan’
 
Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya Denîzliyê Ayşe Kaya daxuyakirin ku tecrîd tê wateya astengkirina azadiya fikr û ramanê û bi armanca ku civakê bikin bin zextê û kontrolê pêk tê. Ayşeyê ev tişt anî ziman: “Birayê min ji ber parvekirineke çapemeniya civakî 5 sal cezayê girtîgehê girt. Dibe ku bi fîzîkî hatibe girtin lê tu car fikr û nêrîna wî nikare bê astengkirin. Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê girêdayê pirsgirêka kurdin. Divê em bibin dengê hevalên xwe yên li girtîgehê.”
 
Ayşeyê berdewamiyê de destnîşan kir ku grevên birçîbûnê nêzî 300 rojî bûye û wiha dawî lê anî: “Yekane tişta ku girtî bikin çalakiya greva birçîbûnê bû. Ji ber nikarin çalakiyek din bikin dixwazin wisa dengê xwe bidin bihistin. Divê em jî ji ber vê deng bidin dengê wan. Bijî berxwedana zindanan.”
 
‘Çareserî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ye’ 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nazîllî Hangul Tunç jî nêrîna xwe anî ziman û bi lêv kir ku girtî ji bo azadiya Abdullah Ocalan ketine grevê û ev tişt daxuyand: “Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan bê kirin. Sedema grevên birçîbûnê jî ev e. Em gel neyên gel hev em ê yek bi yek bên tunekirin. Ji ber vê jî divê em zêdetir xwedî lig revan derkevin, deng derxin.”
 
‘Berê jî ketibûn grevan’
 
Xizma girtî Hamîde Bayram jî berteka xwe wiha anî ziman: “Girtiyên di grevê de salên borî jî ketibûn grevê. Yên berê tevlî grevan bibûn çavên wan xera bûne. Nexweşî lê peyda bûne. Yên girtî dixwazin yên derve jî deng derxin. Divê mirov zêdetir bi hestiyar bin û deng bilind bikin.”
 
‘Divê em ji bo aştiyê bi hev re derkevin rê’ 
 
Nezahat Turk ya ku ew jî xizma girtiye, destnîşan kir ku ew jî yek ji malbatên ku neçar maye koçî bajarê  Rojava bike ye û got: “Nasnameya me nas nekirin. Hevalên girtî ji bo nasnameya xwe parastine hatine girtin. Êdî bese bila mirin tunebin em aştiyê dixwazin. Ji bo vê jî divê em guh bidin daxwazên wan. Em bi hev re aştiyê bînin. Em Kurd, Tirk, Çerkez bi hev re ji bo aştiyê bikevin rê.”