Bêrîvan Kutlu: Bi tayînkirina qeyûman re destkeftiyên jinan bûn hedef

  • 09:04 11 Îlon 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, derbarê tayinkirina qeyûmên ewil de axivî. Bêrîvanê, destnîşan kir ku polîtîkayên tayinkirina qeyûman di çarçoveya "Plana Rûxandinê" de ket dewrê û bi vê re destkeftiyên jinan hedef hatine girtin. 
 
Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî 28 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatibûn kirin û Yek ji van şaredariyan jî a Cizîrê bû ku DBP'ê ji sedî 81 deng wergirtibûn û şaredarî bi dest xistibû. Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) jî di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de li Cizîrê ji sedî 79,99 deng wergirt û şaredarî bi dest xistibû. Polîtîqaya qeyûm di sala 2019’an de jî ket dewrê û di 29’ê Cotmeha 2019’an de cara dûyem qeyûm tayînê şaredariya Cizîrê hat kirin.
 
Hevşaredara  Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û ji peywirê hat girtin Bêrîvan Kutlu, derbarê salvegera tayînkirina qeyûman a ewil ku di 11'ê Îlona 2016’an de hat destpêkirin de nirxandin kir.  
 
‘Plana rûxandinê ket dewrê’
 
Bêrîvan, anî ziman ku di sala 2014'an de di Civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de der barê desteftiyên Gelê Kurd de "Plana Rûxandinê" kirin dewrê û got: “Di Îlona 2016’an de polîtîqaya qeyûman ket dewrê û qeyûm tayînê şaredariyên me kirin. Ev plana tayînkirina qewûman berê hatibû kirin. Çawa ku di sala 2014’an de rûniştin. Tayînkirina qeyûman re li hemberê Gelê Kurd û vîna vî gelî polîtîqaya qirkirinê dan destpêkirin. Tayînkirina qeyûman jî parçeyek ji şerê taybet ê li hemberî krudan bû. Îqtîdar di kesayeta Gelê Kurd de hemû gelan qir dike. 'Darbe' kirin hincet û dest bi vî karî kirin. Hemû sazî û dezgehên me wê demê hatin girtin. Beriya darbeyê jî Gelê Kurd hedef hatibû girtin û polîtîkayên qirkirinê kiribûn dewrê. Darbe ya FETO ye û kesên ku niha li desthilatdariyê ne jî hemû şagirtên wan in. Bi vê hincetê îqtîdarê xwest xwe di ser kurdan re bide jiyîn û kurdan ji holê rabike. Lê çawa ku di her dîrokê de kurdan êrîşên îktîdarê vala derxist, ev êrîş jî vala hat derxistin. Bi tayînkirina qeyûman re xwestin di milê derûnî û çandê de bandora xwe zêde bikin. Lê dema carekedin hilbijartin hat kirin Gelê Kurd careke din xwedî li vîna xwe derket. Gelê Kurd bi sekna xwe hemû polîtîqayên qirêj vala derxist.”
 
‘Tişta wan vala derdixe sekna gel e’
 
Bêrîvanê, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku îqîdar di wê baweriyê de bûye ku Gelê Kurd êdî xwedî li vîna xwe dernakeve û ev tişt anî ziman: “Îqtîdar di baweriya ku wê êdî HDP nikaribe şaredariyan bi dest bixwe de bû.. Lê tevî hemû polîtîqayên wan ên qirêj kurd xwedî li DHP'ê derketin û vîna xwe aprastin. Feraseta qeyûm berdewam dike. Êrîşên qirêj li ser Gelê Kurd berdewam dikin û di encama van êrîşan de hevala me Denîz Poyraz di avahiya partiya me de hat qetilkirin.  Ev hemû heman ferasete û berdewamiya polîtîkayên qirêj e. Tişta ku wan vala derdixe dîsa sekna Gelê Kurd e. Li ser me kurdan sedan salan e ev êrîş û qirkirin berdewam e, lê me li berxwe da û em li ber xwe didin. Ev şer tenê ne di aliyê fizîkî de li her qada jiyanê ku kurd lê ne şerekî bê ehlaq tê meşandin. Li kurdistanê fuhuş û firotina tiryakê tê pêşxistin. Di xwazin gel ji rastiya xwe bê dûrxistin. Ev pergala wan a qeyûmê jî hevdû temam dikin. Qeyûmên ku li berjewnediên xwe difikirin çanda Gelê Kurd tune dikirin û erdnîgariya kurdan talan dikin. Tevî hemû êrîşan jî gelê me li ser niga ye û li ber xwe did. Ev gel feraseta qeyûm qebûl nake. Îktîdarê feraseta xwe heta zanîngeha jî biriye û qeyûman tayînî wan jî dike.”
 
‘Ji bo îqdîr xwe li ser nigan bigire ev polîtîka kirin dewrê' 
 
Bêrîvanê, diyarkir ji bo xwe li ser nigan bigire ev polîtîqaya qeyûmê kiriye dewrê û wiha pêlda axaftina xwe: “Îqtîdar, bi hêz û dewletên ku neyarê kurdane re planê xwe dike. Hêza îqtîdarê tune ye ku bi xwe van hemû tiştan bike. Di mevzûata şaredarî û hiqûqê de jî ev polîtîqaya qeyûm tune ye. Îqtîdar hêz û dewletên din re tê cem hev vî tiştî dike. Armanc ew e ku îqtîdara xwe li ser nigan bihêlin. Qeyûm jî parçeyek ji polîtîqaya qirkirina kurda ye. Bi tank û topên xwe bi ser bajarê me de girtin zarokên me kûştin. Ev têra wan nekir carekedin qeyûm tayînî şaredariyên me hatin kirin. Bi vî awayî xwestin kurdan talan bikin. Hêzên navneteweyî yên derve piştgiriyê didin Tirkiyê.  Bi tayînkirina qeyûman re xwestin bîranin, dîrok û çanda kurdan tune bikin. Ji ber vê di serî de êrîşî saziyên çandê kirin.”
 
‘Destkeftiyên jinan hedef hatin girtin’
 
Bêrîvanê, destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re  hebûn, destkeftî û keda jinê hedef hatiye girtin  û wiha berdewam kir: “Di civaka krud de cihekî jinê yê taybet heye û jina kurd li dijî feodalîzmê ji civakê re pêşengtî kiriye. Taybetmendiya jinê cuda ye. Jin dikare pêşengiya malbatê bike. Ji ber wê piştî qirkirina çandê êrîşî êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Jin mamosteya civakê ye û ji ber wê îqttîdarê xwest destkeftiyên jinan jî talan bike. Jinên kurd bi ked û destkeftiyên xwe me heta vê rojê anîn û çanda xwe parastine. Qirkirina herî mezin di kesayeta jinên kurd de li ser Gelê Kurd hatiye kirin. Pergala qeyûmê û qirkirina ku li ser gel tê kirin mirov nikare ji hevdû cuda bigire dest.   Li dijî vê qirkirinê di serî de jin têkoşîna Gelê Kurd berdwam dike. Li dijî hemû zor û zehmetiyan dev ji berxwedanê bernadin. Her wiha bi vê polîtîqaya qeyûmê ve pargala hevserokatiyê jî hedef hat girtin. Îqtîdar naxwaze ku jin di her qadê de bibe xwedî maf û hebûna xwe ispat bike. Dixwaze jinê hepsî malê bike.”
 
‘Hiqûq û edalet naveroka wê vala bûye’
 
Bêrîvanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev polîtîqaya tayînkirina qeyûman di sala 2019’an de jî berdewam kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di sala 2016’an de bi hinceya darbeyê qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin. Lê belê di sala 2019’an de tu hincet tunebû û bi awayê kêyfî qeyûm tayînê şaredariyan hat kirin. Ev jî dide nîşandan ku dibêjin ‘em vîna Gelê Kurd nas nakin' Îqtîdar bi tayînkirina qeyûman re ji kurdan re dibêje tu mafên we tune ye. Gelê kurd xwedî hemû mafan e û tu kes nikare vî mafî ji dest bigire. Ev eyba hiqûqa navneteweyî û Tirkiyê ye. Tirkiye bi qeyûman wekheviyê binpê dike û hilbijartinê bêwate dike. Naveroka hiqûq û edaletê vala hatiye hiştin. Em bang li Tirkiyê û ya raya navneteweyî  dikin ku bila peywir û karê xwe bi cih bînin. Di bin navê hiqûqê de bêehlaqiyê dikin.”