Dayika Aştiyê Hanse Bulut hat girtin

  • 08:35 11 Îlon 2021
  • Rojane
ÎZMîR - Dayika Aştiyê Hanse Bulut ji ber doza ku di dema qedexeyên kolanan a Nisebînê de hatibû vekirin ceza girtibû, duh hat girtin. 
 
Duh polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Hanse Bulut (65) a li semta Çimentepê ya Konaka Îzmîrê de girt û ew binçav kirin. Hanseya ku derbarê wê de di dema qedexeyên kolanan a li Nisêbînê de doz hatibû vekirin û bi hinceta "Alîkarîdaye rêxistinê' ceza girtibû. Piştî ku cezayê wê hat erêkirin Hanse duh hat girtin. 
 
Dayika Aştiyê Hanse birin Girtîgeha Jinan a Şakranê.