Dayikên Aştiyê: Hûn çiqas asteng bikin jî em ê ji bo yekîtiyê biqêrin

  • 18:43 10 Îlon 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Meclîsa Dayikên  Aşitiyê xwestin li ber deriyê avahiya HDP’ê têkildarê şerê navxweyî daxuyaniyê bidin û ji aliyê polîsên ku li ber derî nobetê digirin ve hatin astengkirin. Dayik bi israr axivîn û gotin:"Hûn çiqas me asteng bikin jî em ê ji bo yekitiya kurd biqêrin. "
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê xwestin têkildarê Yekitiya Netewî li ber deryê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  daxuyaniyê bidin. Polîsên ku timî li ber deriyê avahiya HDP’ê dirawestin bûn asteng. Dayikên Aşitiyê bi israr daxuyaniyê dan û gotin astengiyên ku niha li ber me tên danîn armanc û rêbaza wan didin nîşamdan lê belê armanca me yekitî ye û em ê tim ji bo vê jî têbikoşin. 
 
‘Hûn nikarin me bêdeng bikin’
 
Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Nisêbînê Perîhan Altung di dema astengê de bi israr axivî û got: “Em dayikên laçik spî ne, armanca me aştî ye û em ji ber wê li vir kom bûne. Rexmê ku em li ber deriyê avahiya xwe ne jî ji me re dibin asteng. Lê belê ew nikarin ji daxwaza me re bibin asteng. Ji bo birakujî pêk neyê em li vir in û em ê tim li qadan bin. Ez bang li hemû gelê kurd û bi taybet ji gelê Başûr dikim ku bi me re bibin yek deng û ji bo yekitiyê qêr biqêrin.”
 
‘Em ê tim li qadan bin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Gunay  jî bal kişand ser astengiyan û wiha berdewam kir: “Em bi laçikên xwe yên spî ve li pêşberî we ne. Hûn ji laçikên me ditirsin gelo? Armanca me yekitî ye, ji bo dayik êdî negirîn û ji bo xwîna zarokên me nerijin em ê li qadan bin.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.