'Di sala 6'emîn a komkujiyê de em li ber Garê ne'

  • 15:50 10 Îlon 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Çoşkûn, di bîranîna ku di meha 71'emîn de ji bo Komkujiya Garê hat kirin de axivî û ev tişt got: "Em bang li hemû pêkhateyên ked û demokrasiyê dikin ku di salvegera 6'emîn a komkujiyê de li ber Gara Enqerê li hev kom bibin."
 
Di meha 71'emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat de bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li ber Gara Trenê ya komkujî lê çêbû pêk hat. Xizmên qurbaniyên komkujiyê û kesên di komkujiyê de birîndar bûn tevlî bernameyê bûn. Di bîranînê de dûrişma "Wê roj were kujer hesab bidin" hatin berzkirin. Seroka Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Çoşkûn, li vir axivî û bang li hemû pêkhateyên ked û demokrasiyê kir ku navên qurbaniyên komkujiyê bidine jiyîn. 
 
'Divê êdî êşa me dîtbar be'
 
Mehtap, bi bîr xist ku hê jî li ber garê bîrdariyeke nehatiye çêkirin û bi lêv kir ku baweriya wan a ji daraza tirk nemaye û wiha got: "71 meh in em li vir in. Di pêvajoya heta niha de diviya ku daxwazên me yên gelek zelal bihatina fêmkirin. Weke mirovên ku me ji aqûbeta Madimakê ders derxistiye, ji bo ku weke doza Madikamkê li doza 10'ê Cotmehê neyê kirin divê tişta ji destê me bê em bikin. Divê bi çêkirina bîrdariyê dest bi vê pêvajoyê bê kirin. Divê êdî êşa me dîtbar be. Heta ku Komkujiya 10'ê Cotmehê neyê ronîkirin wê heqê qurbaniyên komkujiyê li erdê bimîne."