Emîne Şenyaşar a 186 roj in edaletê dixwaze îfade da

  • 13:57 10 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Bi angaşta ku di axaftina xwe de "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kiriye Emîne Şenyaşar di roja nobeta edaletê ya 186'an de li edliyeyê îfade da. 
 
Lêgerîna "Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 186'an de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dowîza ku li ser nivîsa "Em tenê edaletê dixwazin" nivîsandî dest bi nobeta xwe kir. Duh derketibû holê bi angaşta ku di roja 86'emîn a nobetê de "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin. Îro jî bi angaşta ku di heman rojê de "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû jî kiriye Emîne Şenyaşar îfade da. Parêzerê dosyayê Gokhan Dayik jî bi Emîne Şenyaşar çû miduriyeta polisan. Emîne Şenyaşar, di îfadeya xwe de da zanîn ku heqaret li Suleyman Soylû nekiriye. Piştî îfadeyê careke din vegeriya qada nobetê. 
 
'Divê herkesê xwedî wijdan malbatê tenê nehêlin. '
 
Parêzer Gokhan Dayik, diyar kir ku armanca doza ku li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin û vexwendina wê ya îfadeyê tepisandina malbatê ye û wiha got: "Muwekîla min "heqaret" li Soylû nekiriye. Beriya çend rojan bi angaşta ku "heqaret" li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî kiriye doz lê hatibû vekirin. Îro vexwendin îfadeyê. Muwekîla min got ku angaşt ne rast in. Binçavkirin û vekirina dozan ji bo tepisandina malbatê ye. Em ê li cem malbatê bin û doza wan bişopînin. Divê herkesê xwedî wijdan di vê pêvajoyê de malbatê tenê nehêlin. Divê bibin dengê wan. Mîna herkesê daxwaza malbatê jî edalet e." 
 
Parvekirina malbatê ya li ser medyaya sanal
 
Malbatê jî li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bertek nîşanî doza "heqaretê" da û ev parvekirin kir: "Dema ku parlamenterê AKP'ê gilî dike bi bayê bezê doz tê vekirin. Ji bo dayika li edaletê digere 4 ceza tê xwestin. Parlamenter Yildiz û malbata xwe li ber qamerayên nexweşxaneyê 3 mirov qetil kirine. 3 sal û 5 meh di ser re derbas bûn. Li holê doz tune ye."