Agirê bi Gundê Pîrejmanê ketiye 4 roj in didome

  • 13:03 10 Îlon 2021
  • Rojane
 
AMED - Agirê ku di encama bomberana balafirên şer de bi Gundê Pîrejmanê yê navçeya Pîranê ket, 4 roj in didome.
 
Agirê ku di 7’ê Îlonê de li Gundê Pîrejmanê yê bi ser navçeya Pîranê ya Amedê ve ket, didome. Şêniyên gund diyar kirin ku piştî bomberana balafirên şer a li herêma Balolanê, agir bi qada daristanê ketiye û agir her ku diçe nêzî gund dibe. Şêniyên taxê bi lêv kirin ku ji bo agir nêzî jîngehan nebe li hin cihan mudaxaleyî agir dikin. 
 
4 kes hatin binçavkirin
 
Li aliyê din leşkeran di saetên serê sibehê de li gund bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Her çar kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn, piştî îfadeyên wan hatin wergirtin, hatin berdan.