Baroya Amedê: Li girtîgehan tundî li gelek zarokan hatiye kirin

  • 12:53 10 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafên zarokên girtî û îdiayên îşkenceyê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da çapemeniyê.
 
Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafên zarokên girtî û îdiayên îşkenceyê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyanî da çapemeniyê. Metna daxuyaniyê ji hêla Endamê Navenda Mafên Zarokan Sedat Gorduk ve hate xwendin.
 
‘Bi 32 zarokan re 53 car hevdîtin hate pêkanîn’
 
Sedat diyar kir ku di vê pêvajoyê de bi 32 zarokan re bi giştî 53 carî hevdîtin hatiye kirin û wiha got: “Di encama hevdîtinan de hate zanîn ku gelek zarok bi tundiya bi fizîkî û derûnî re rûbirû mane. Her wiha dîsa gelek zarok bi muameleyên nebaş û bêrûmetiyê re rûbirû mane. Mafên wan ên bingehîn wekî xwarin û vexwarin, tendurîstî û mafên wan a pêwendiyê hatiye binpêkirin. Ji ber vê yekê şandeya me bi hevdîtinên xwe berdewam kirine.”
 
‘Tundî li gelek zarokan hatiye kirin’
 
Sedat di berdewamiya daxuyaniyê de wiha axivî: “Di pêvajoya serdanên me yên bi zarokan re memûrên ku tundî li zarokan kirine hate tespîtkirin. Piştî vê yekê ji zarokan re pirsên derheqê hevdîtinên me, zanînên ku li dijî hiqûqê ye de hatine pirsîn. Zarokên ku bi awayekî sîstematik tundî li wan tê kirin ji bo hevdîtinên bi şandeya me re zêdetir bê kirin daxwazname şandin. Her wiha hate zanîn ku beriya hevdîtinên me yên bi zarokan re bi zarokan gef hatiye xwarin. Em wek Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê destnîşan dikin ku divê rayedar di vê mijarê de peywira xwe bîne cih û em ê şopdarê pêvajoya lêpirsin û darizandinê bin.”