Tevî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' nayê berdan

  • 09:18 10 Îlon 2021
  • Rojane
Derya Ren
 
MÊRSÎN - Zubeyde Înci da zanîn rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe û wiha got:"Tevî ku rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' tê dayin jî girtiyên nexweş nayên berdan. Lawê min şîzofren e. Dewlet dixwaze lawê min zirarê bide hevalên xwe."
 
Rewşa girtiyên li Bakur û Tirkiyeyê her roj girantir dibe. Em dikarin bêjin hema hema her meh nexweşek girtî jiyana xwe ji dest dide. Li gor daneyê Wezareta Dadê di 31'ê Tîrmehê de eşkere kir di girtîgehan de 282 hezar û 716 girtî hene. Ji vana 11 hezar û 271 jin û hezar û 600 jê zarok in. 
  
Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya "Rapora Girtîgehan" ya 2020'î li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê jê 604 giran bi tevahî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Yek ji nexweşên girtî Ozgur Azad Încî ye. Ozgur 23 sal in sirgunî 7 girtîgehên cuda hatiye kirin. Ozgurê niha li Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê dimîne tevî rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' nayê berdan.
 
Dayika Ozgur, Zubeyde Înci da zanîn di serî de girtiyên nexweş divê girtiyên di girtîgehan de bên berdan. 
 
'Teşhîsa şîzofreniyê hat danîn'
 
Zubeydeyê da zanîn Ozgur di 1999'an de hatiye girtin, îşkence lê hatiye kirin û piştre şandine Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê. Zubeydeyê da zanîn ji bo lawê wê teşhîsa şîzofreniyê hatiye danîn û wiha got:"Piştî lawê min hat girtin çend sal şûnde teşhîsa şîzofreniyê ji bo wî hat danîn. Lawê min tena serê xwe nikare di girtîgehê de bimîne. Me serî li gelek saziyan da. Li ser serlêdanên me birin nexweşxaneyeke li Amedê. Rapora wî ya 'nikare di girtîgehê de bimîne' heye lê belê nehat tehliyekirin. Piştre li Navenda Tendirustiya Rih û Aqil a Xarpêtê jî rapor ji bo wî hat dayin. Rapor şandin Saziya Tipa Edlî (ATK). Lê ATK'ê tevî rapora nexweşxaneyan rapora 'dikare li girtîgehê bimîne' da. 
 
'Lawê min du caran hewil da xwe bişewitîne'
 
Zubeydeyê da zanîn dema lawê wê derman bi kar tîne baş e lê belê dema bi kar nayne ne rehet dikeve û wiha pê de çû:"Dema dermanan bi kar neyne êrişî der û dora xwe dike. Loma em bi fikar in. Em dibêjin gelo dermanê wî hat dayin yan na. Dewlet dixwaze lawê min zirarê bide hevalên xwe. Di salên borî de derman nedidan lawê min. Lawê min serê xwe li dîwêr dixe. Piînan li deriyan dixe. Em pir ditirsiyan ku zirarê bide hevalên xwe. Belê niha dermanên wê tên dayin lê belê kurê min nikare li girtîgehê bimîne. Me ev yek bi dehan caran anî ziman lê belê rayeder gavê ji bo vê yekê navêjin. Lawê min dema li Girtîgehê Sêrtê bû du caran hewil da xwe bişewitîne."
 
'Divê nexweşên girtî bên berdan'
 
Zubeydê herî dawî da zanîn divê nexweşên girtî bên berdan û wiha got:"Divê Wezareta Dadê demildest gavê biavêje. Yekî şîzofren be çawa dikare li girtîgehê bimîne? Nexweşên girtî hemû zarokên min e. Bihêlin bila girtiyên nexweş bi malbata xwe re demê derbas bikin."