Berteka li dijî TOKÎ'yên wekî deriyê rantê tên bikaranîn: Me TOKÎ nedixwestin

  • 09:01 10 Îlon 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - TOKÎ'yên îktidar tim ji xwe re wekî deriyê rantê bi kar tîne dibe sedema mexdûrkirina gelek welatiyan. Sevîm Aydin a ku ji vê mexdûriyetê para xwe girtiye diyar kir ku wan TOKÎ nedixwestin û wiha got:"Ne ez tenê bi sedan malbatên xizan di van avahiyan de hene. Asansorên wan naxebitin, bêhn ji kanalîzasyonê tê, her carê boriya avê diteqe. Bi dehan pirsgirêkên wisa rû didin. Bi dehan jî astengdar hene. Bila dengê me were bihîstin. Xwe ker û lal nekin."
 
Sevîm Aydina ku 2 sal û nîvin ji ber pirsgirêkên aboriyê neçarmane werin TOKİ yan de dibêje: “Hevjînê min nexweşiya penceşêr pêre heye. Em li qata 5 an dimînin, ji ber ku asansor tuneye ev 2 sal û nîvin di vir de asê maye. Ez ji bi wê re asê dimînim. Em hatine heta niha asansor wisane û pêwîste çêbikin. Em daxwaz dikin ku berpirsyar me bibihîsin.”
 
TOKÎ'yên ku piştî 'qedexeyên derketinê' li cihên xaniyên welatiyan hatine avakirin ne cihê jiyanê ne. Em dikarin bêjin di hemû TOKÎ'yan de pirsgirêkên weke qenelîzason, asansor û wekî din ru didin lê belê nayê sererastkirin. Bi taybet jî ev pirsgirêk ji bo welatiyên astengdar dibe sedema zehmetiyên mezin. Yek ji jina ku bi van zehmetiyan rû bi rû dimîne jina bi navê Sevîm Aydin e. Di heman demê de hevjînê Sevîmê astengdar e û ji ber pirsgirêkên TOKÎ'yan bêzar bûye. 
 
'Me TOKÎ nedixwestin'
 
Sevîm Aydin a ku diyar kir wan TOKÎ nedixwestin di heman demê de anî ziman di her alî de ew hatine mexdûrkirin û wiha dewam dike:"Dema TOKÎ hatin çêkirin me nedixwest, me nerazîbûna xwe jî nîşan da. Berê xaniyên me misteqîl bûn û xweş bûn. Li şûna xanî û erdê me di qatê 5'an de cihek dane me. Em deyndarê dewletê ne jî. Ji wê çaxê ve jî hevjînê min nexweş ketiye. Bi alîkariya me pêdiviyên xwe pêşwazî dike. Lawê min li pişta xwe dike dibe û tîne. Beriya 2 salan jî ji neçarî em hatin TOKÎ'yan. Lê di vir de jî em nikarin bijîn. Em dubare tên mexdûrkirin."
 
'Tevî giliyan jî kes bi gaziya me ve nehat'
 
Sevîmê da zanîn dema ew diçin nexweşxaneyê gelek zehmetiyên mezin dibînin û wiha pê de çû:"Di her çûyîn û hatina nexweşxaneyê de Xwedê dizane em çi dijîn. Tevî giliyan jî kes bi gaziya me ve nehat. Em û cîranên xwe jî me hezar caran gilî kir lê belê ji me re xwe ker dikin. Niha taxa me wisa hiştine. Çi jê were kes deng nake. Her cara ku ez nexweşê xwe dibim nexweşxaneyê kurê min li pişta xwe dike, 5 qatan dibe jêr û cardin wisa tîne jor. Hema tiştek din nebe jî guneh e. Me çend caran hevjînê min biriye nexweşxaneyê, ji derveyî wê wî derve nedîtiye. Jixwe di birinê de ew ji me bêhtir eziyetê dikişîne."
 
'Xwe ker û lal nekin!'
 
Sevîma hem di aliyê tedawiyê de hem jî di aliyê aboriyê de zehmetiyan dibîne bi lêv kir ku derfeta wê heba ew tu carî li TOKÎ'yan bi cih nedibû û wiha bi dawî kir:"Ne ez tenê bi sedan malbatên xizan di van avahiyan de hene. Asansorên wan naxebitin, bêhn ji kanalîzasyonê tê, her carê boriya avê diteqe. Bi dehan pirsgirêkên wisa rû didin. Bi dehan jî astengdar hene, bi sedan kesên temenê wan mezin hene. Di van avahiyan de pêwîst e wan jî bifikirin. Em ji rayedaran daxwaza alîkariyê dikin. Bila dengê me were bihîstin. Xwe ker û lal nekin."