ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 10 Îlon 2021
  • Rojev
*TOKÎ'yên îktidar tim ji xwe re wekî deriyê rantê bi kar tîne dibe sedema mexdûrkirina gelek welatiyan. Sevîm Aydin a ku ji vê mexdûriyetê para xwe girtiye diyar kir ku wan TOKÎ nedixwestin û wiha got:"Ne ez tenê bi sedan malbatên xizan di van avahiyan de hene. Asansorên wan naxebitin, bêhn ji kanalîzasyonê tê, her carê boriya avê diteqe. Bi dehan pirsgirêkên wisa rû didin. Bi dehan jî astengdar hene. Bila dengê me were bihîstin. Xwe ker û lal nekin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Lijneya Rêveberiya DTSO û karsaz Nevîn Îl, diyar kir ku karsaza kurd Ferda Cemîloglû bi têkoşîn, ked û xebatên xwe tê nasîn û got: "Ji bo Ferdayê hêza herî mezin bi yekitiyê pêk tê. Ji bo pêşketina jinan her tim di nav hewldanan de bû û ji bo karsazên jin hertim pêşengtî kir."
 
* "Hûn jinê li mutbex an jî odeyek xemlê heps dikin, pişre hûn li rewşa wê matmayî dimînin; hûn baskê wê dişkînin, piştre jî gazinca ku çima nafire dikin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Zubeyde Înci da zanîn rewşa girtiyên nexweş her diçe girantir dibe û wiha got:"Tevî ku rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' tê dayin jî girtiyên nexweş nayên berdan. Lawê min şîzofren e. Dewlet dixwaze lawê min zirarê bide hevalên xwe."  DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku li dijî tecrîdê niha li Rojhilat Navîn û Ewropayê têkoşînek tê dayîn û got: "Pergala ku Abdullah Ocalan afirandiyê dê pirsgirêkên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê çareser bike. Ji ber ku pergal jiyaneke bi rûmet û hevpar diafirîne. Îro divê li dijî qeyrana ku kûr dibe gav bên avêtin." BI DÎMEN