Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê: Em ê hesab ji zihniyeta baviksalarî bipirsin

  • 14:07 9 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê ya li dijî  îşkenceya li kesên di 5'ê Îlonê de hatin binçavkirin daxuyanî da ragihand ku wan giliyê amîrê polîs kirine û got:"Em careke din dibêjin em ê hesab ji her kesî bipirsin."
 
Di 5'ê Îlonê de bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatibû xwestin "Mîtînga Aştiyê" bê lidarxistin lê belê destûr nehatibû dayin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Hatibû ragihandin ku kesên hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin. Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî gotinên zayendperest ên li dijî endamên wan û îşkenceya li kesên hatin binçavkirin hat kirin daxuyaniya çapemeniyê li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Ew ê zinhiyeta we ya qirêj ji têkoşîna jinan re nebe asteng" hat hilgirtin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Dersim Dag, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Suna Kaymaz, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut û gelek kes ji Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
'Amîrê polîsan careke din nêzîkatiya aqilê dewletê ya li hember jinê nîşan da'
 
Dersim Dag a ku diyar kir ew ji bo dengê aştiyê bilind bikin di 5'ê Îlonê de hatin gel hevdu û wiha got:"Êrişeke hovane li dijî daxuyaniya çapemeniyê hat kirin û bi îşkenceyê kesên li wir hatin binçavkirin. Kesên xwestin dengê aştiyê bilind bikin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Amîrê polîsan Muharrem Yazga wekî her çalakiyê di vê çalakiyê de jî îşkence li jinan kir. Amîrê polîs careke din nêzîkatiya aqilê dewletê ya li hember jinê nîşan da. Em careke din dibêjin em ê hesab ji her kesî bipirsin."
 
'Em ê li dijî zihniyeta faşîst a dewletê serî netewînin'
 
Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Rojbîn Keskîn a Muharrem Yazgan di çalakiyê de gotinên zayendperest jê re kir û îşkence lê kir wiha got:"Ji ber em naxwazin jin bi tecawiz û destdirêjiyê rû bi rû bimînin loma em li wê qadê bûn. Bi îşkence û heqaretê em hatin binçavkirin. Li wesayitê jî îşkence li me kirin. Polîsa jin şîmaq bi min dada û polîsê mêr jî humik bi me dada. Lê belê em ê li dijî zihniyeta faşîst a dewletê serî netewînin
 
'Bêyî ku daxuyaniyekê bidin me rehîn girtin'
 
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut diyar kir daxwaza aştiyê nikare bê qedexekirin û wiha got:"Rojnameger û gelek kes bi tundiya wiha rû bi rû dimînin. Daxuyaniya çapemeniyê mafekî zagonî ye, nikare bê qedexekirin. Lê belê polîsan bêyî ku daxuyaniyekê bidin me rehîn girtin. Em ê li dijî tundiya polîsan çi ji destên me bê bikin. Jin tu carî dev ji têkoşînê bernadin û em ê şopdarên rewşê bin."
 
Dersima ku dîsa mafê axaftinê girt da zanîn ew ê tundiya ku herî dawî hat kirin bişopînin.
 
Piştî axaftinên hatin kirin daxuyanî bi dawî bû.