TJK-E ji bo azadiya Ocalan li 11 welatan çalakî li dar dixe

  • 10:42 9 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya TJK-E'yê dê di 11'ê îlonê de li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derkevin qadan.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li 11 welatan li gelek navendan wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî werin lidarxistin. TJK-E'yê bi minasebeta çalakiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di dawuyaniyê de wiha hat gotin: "'Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahiya gelê xwe, hêzên demokratîk û dostên xwe dikin ku li dora Rêber Apo kom bibin. Çalakî wê li Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Swêd, Swîsre, Awûstûrya, Ingilistan, Fînlandiya, Norveç û Danîmarkayê werin kirin.
 
Li Imraliyê tecrîda mitleq ku ev 22 sal in didome. Tecrîda giran ku ev 22 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd tê danîn bi esasî li ser Gelê Kurd, jinan û hêzên demokratîk e. 
 
Em jin, di salvegera duyan ya pêngava xwe de ya bi dirûşmeya 'Dem dema azadiyê ye! Azadiya Rêber Apo azadiya me ye!', em biryardar in ku têkoşîna xwe geş bikin û serfiraz bikin. Em Tevgera Jina Kurd a Ewropayê, xwedî wê îdîayê ne ku pêngava serfiraziyê ya Gelê Kurd serfiraz bikin.
 
Bi vê çarçoweyê di serî de jin û ciwan em bang li tevahiya gelê xwe, hêzên demokratîk û dostên xwe dikin ku li dora Rêber Apo kom bibin, tevlî wan çalakiyan bibin ku 11'ê Îlonê roja Şemiyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) wê li gelek navendên Ewropayê werin kirin.''