Li Mexmûrê koma 134'an greva birçibûnê dewr girt

  • 10:25 9 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" didome û îro koma 134'an çalakî dewr girt. Çalakvanan bang li ciwanên Herêma Federal a Kurdistanê kirin û gotin: “Pêwîste ciwan li hember ev dagirkeriya tê meşandin rabin ser xwe. Tevlî pêngavê bibin."
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku 266 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseyê koma 134’an çalakî dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê koma 133’yan Şîlan Denîz di destpêka axaftina xwe de berxwedana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yên girtiyên azadiyê û kampa Lavrîo silav kir û got: “Em weke gelê Mexmûrê bi dilxwazî û baweriyek mezin, vîn û baweriya li girtîgehan tê raber kirin weke gelê Mexmûrê jî vê yekê weke erk û berpirsiyariya xwe dibînin. Wê ev berxwedanî bibe hêvî û mîsogeriya azadiya fizikî ya Rêber Apo. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, azadiya mirovahiyê ye. Weke ciwanên Mexmûrê ev dema ku ewqasî êriş, zilm û zordarî li ser Gelê Kurd heye divê em bi hêza xwe ya ciwantiyê tevlî pêvajoyê bibin, da ku em bikaribin bi Rêbertiyek azad û Kurdistanek azad de bijîn."
 
Ez bang li tevahî ciwanan, bi taybetî jî ciwanên başûrê Kurdistanê dikim ku pêwiste ciwan li hember ev dagirkeriya tê meşandin rabin ser xwe. Tevlî pêngava 'Dem dema azadiyê ye bibin.' Bi sekna xwe ya rumet yê welatparêz wê van êrişan têk bibe. Wê serkeftin yê Gelê Kurd be."
 
Merasîma dewr girtinê bi dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan na be” bi dawî bû.