‘Em jiyanek nû ava bikin têkoşînê mezin bikin’

  • 09:04 9 Îlon 2021
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak kampanyaya "Em tiryakbûnê bişkînin, jiyana nû ava bikin" nirxand û got: “Bikaranîna hişbirê  wek rêbazeke şerê taybet bi salane li herêmê tê meşandin. Bi vî awayî hewl didin mîsyona pêşeng a ciwanan pasîf bikin û ji têkoşînê dûr bixin. Em jinên ciwan li dijî tiryakbûnê wê bibin pêşeng û têkoşînê mezin bikin.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê starta kampanyaya "Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû av bikin" di 10’ê îlonê de bide. Meclisa Ciwanan bi vê kampanyayê hedef dike ku balê bikişîne ser bikaranîna hişbirê ya di salên dawî de li herêmê zêde bûye û her wiha bi ciwanan re bên gel hev. Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak der barê kampanyayê de agahî da û balkişand ser bikaranîna hişbirê.
 
Ezgiyê da zanîn ku desthilatdarî bikaranîna hişbirê li herêmê wek parçeyeke polatîka şer dimeşîne û wiha got: “Bikaranîna hişbirê  wek rêbazeke şerê taybet bi salane li herêmê tê meşandin. Bi vî awayî hewl didin mîsyona pêşeng a ciwanan pasîf bikin, di heman demê de zemîna asîmîlasyonê a bikin. Desthilatdariyên faşîst bi polîtîkayên li ser ciwanan dimeşînin dixwazin desthilatdariya xwe xurt bikin. Bêdengiya li hember van polîtîkayan jî bandora faşîzmê zêde dike.”
 
‘Dixwazin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin’
 
Ezgiyê destnîşan kir ku roj bi roj bikaranîna hişbirê zêde dibe û ji ber vê jî xebatek wisa hewce bû û ancax ev polîtîka bi têkoşînek rêxistinkirî dikare bê şikandin. Ezgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de ciwanên kurd, di salên dawî de di hemû aliyan de bikaranîna hişbirê zêde bûye. Dixwazin ciwanên kurd asîmîle bikin, ji jiyanê qût bikin û darbeyên li mîsyona pêşeng a ciwanan bixin. Desthilatdariyên faşîst van argumanan bikar tînin û dixwazin ciwanan ji têkoşînê dûr bixin. Ji ber vê jî em Meclîsa Ciwanên HDP’ê kampanyaya ‘Em tirkbûnê bişkînin û jiyana nû ava bikin’ didin destpêkirin. Bi alîkariya Saziyên Sivîl ên Civakî û gel em ê li taxan civîn, nîqaşan bidin meşandin û bi ciwanan re xebatan bimeşînin.”
 
‘Jinên ciwan pêşengiyê dikin’
 
Ezgiyê her wiha bi lêv kir ku wê polîtîkayên şerê taybet ya texrîbata fîzîkî û psîkolojîk dike, bi ciwanan re nîqaş bikin û wiha dawî lê anî: “Em ê di pêvajoya dermankirina ciwanan de û rojên piştî wê de ligel ciwanan bin. Em ê bi hev re pêvajoyê derbas bikin. Pêvajoya ku ji tiryakê xilas bibe zehmete lê bi piştevaniyeke xurt û hişmendiya civakî em ê derbas bikin. Wek her qada jiyanê di vê têkoşînê de jî jinên ciwan pêşengin. Destilatdariya serdest ya mêr ji ser qirkirina jinê qirkirina civakî pêk tîne. Bi taybet jinên ciwan hedef digire û hişbir, fuhuş û sîxurtî tê ferqkirin. Bi vî awayî dixwazin jinê ji rola avakirina jiyanê qût bikin û darbeyê li têkoşîna jinê bixin. Em wek jinên ciwan wê li dijî hişbirê têbikoşin, bibin pêşeng û têkoşînê mezin bikin.”