Dayikên Aştiyê yên Botanê serdana Emîne Şenyaşar kirin

  • 15:43 8 Îlon 2021
  • Rojane
RIHA - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Botanê, çûn serdana Emîne Şenyaşar ku 184 roj e di nobeta edaletê de ye û banga pêkanîna aştî û edaletê kirin. 
 
Serdanên ji bo Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de du law û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan û lawê wê Fertî ê ku ji bûyerê birîndar rizgar bû ku li ber Edliyeya Rihayê di nobetê de ne berdewam dikin. 
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê di roja 184'emîn de serdana Emîne û lawê wê Ferît Şenyaşar li cihê lê di nobetê de ne kirin. Heyeta ku Hevseroka Navçeya Cizîrê ya HDP'ê ZÎlan Ecevît û Dayika Aştiyê ya Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar ku li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de bi 3 hevalên xwe re hat qetilkirin Hatîce Uyar, dayika  Hevseroka Meclisa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir ku bi 3 hevalên xwe re di dema qedexeyan de li Sîlopiyê hat qetilkirin Behiye nayir, Dayika Aştiyê Emîne Alkiş û gelek jinên din di nav de cih girtin bi dowîzên "Bila edalet bê zilm bi dawî bibe", "Em edaletê dixwazin" hatin pêşwazîkirin. 
 
‘Em naxwazin zarokên tu kesî bimirin’
 
Heyetê piştî ku bi malbata Şenyaşar re çalakiya rûniştinê li dar xist şûnde daxuyanî da. Di serî de Dayika  Aştiyê Emîne Alkiş axivî û got: “Em wek dayikên aştiyê îro hatin Rihayê serdana Emîne  Şenyaşar. Ji bo ku em piştgiriyê bidin wê em hatin vir. Dayik 6 mehan zêdetire li vir di bin germahiyê de ji bo edalet pêk bê rûdinê. Em daxwaza edaletê dikin.  Divê demek nêz de ji bo Emîne Şenyaşar û hemû dayikan edalet pêk bê. Divê hemû dayikên cihanê xwedî Emîne Şenyaşar derbikevIN. Em jin aştiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên tu kesî bimirin û bên girtin.”
 
 ‘Ka wekhevî’
 
Dayika Aştiyê Nuriye Admîş jî ev tişt got: “Neheqiyek mezin li Emîne Şenyaşar hat kirin û hîn jî tê kirin. Tu mînaka vê zilmê tune ye. Em edaletê dixwazin. Emîne 6 mehin li vir e. Lê belê dewlet vî tiştî nabîne. Tundiyê lê dikin. Dema em dîmenên wê dibînin gelek xemgîn dibin. Dibêjin “em wek hev in’, ka wekhevî.”
 
Bangî dayikan kir
 
Dayê Hatice Beytur jî destnîşan kir ku daxwaziya wan bi tenê edalet û aştî ye û wiha pêlda axaftina xwe: “Divê hemû dayik îro li vir bin. Dayikên Pîrsûs û Rihayê Emîne Şenyaşar bi tenê nehêlin. Kesên ku wîcdana wan heye divê xwedî li malbata Şenyaşar derbikevin.”
 
‘Em edalet û aştiyê dixwazin’
 
Herî dawî Dayika Aştiyê Nahîde Akay axivî û ev tişt anî ziman: “Emîne zarokên xwe ji bo ku jiyanek xweş û aram bijîn mezin kirin. Ne ji bo bên kûştinê. Zarokên me hemûyan hene. Em vê komkujiyê şermezar dikin. Kesên ku ev komkujî pêk anîn bila baş bizanibin zarokên wê bûn taştê, dê ew jî bibin firavîn.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû. Heyet piştre ji bo ku biçin tevlî şîna  dayika Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad(TJA) Ayşe Gokkan, Lûtfiye Gokkan bibin ber bi taxa Kûlûnçê ya navçeya Pîrsûsê ve ket rê.