Hêviya 'Edaletê' ya li ber Edliyeya Rihayê 184 roj in didome

  • 12:38 8 Îlon 2021
  • Rojane
RIHA - Nobeta 'Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê 184 roj in didome. Ferît diyar kir ku pirsgirêkên tendirustiyê yên diya wî zêde dibin û got ew ê ji bo hevdîtinê biçin gel dozger. 
 
Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 184’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbatê ji ber ku îro bi rêya telefonê bi Fadil Şenyaşar ê ji 3 salan zêdetir e girtî ye re axivîn û ji ber vê yekê dereng hat ber edliyeyê. 
 
Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne nobetê digire axivî û wiha got: “Li ber Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna me ya edaletê ket roja 184’emîn. Dozek me ya mafdar heye. Ev komkujî tenê ne li hember me li hember her kesê xwedî wîjdan pêk hatiye. Em tenê ne ji bo malbata xwe edaletê dixwazin. Em ji bo her kesê bi bêedaletiyê re rûbirû mane re edaletê dixwazin. Partiyên siyasî yên nû tên avakirin û dibêjin em ê edalet, maf û hiqûqê bînin. Ew partiyên siyasî ku behsa mafê mirovan dikin, bila rojekê serokên wan giştî werin bi me re rûnin û edaletê daxwaz bikin.”
 
‘Em ê bibînin deriyê edaletê yan deriyê zilmê ye’ 
 
Ferît Şenyaşar destnîşan her ku her diçe pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî Emîne zêde dibin û wiha got: “Tevî ku problemên tenduristiyê yên dayika min hene jî her roj tê li ser vî betonî rûdinê. Ev zilm e. Ji roja me dest bi nobetê kiriye, em dixwazin bi van dozgerên her roj di ber me de derbas dibin re hevdîtinê bikin. Lê belê daxwaza hevdîtinê red dikin. Wezîrê Dadê gotibû ‘deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye’. Em ê îro carek din biçin bi dozgerê dosyeyê re hevdîtin bikin. Em ê hewl bidin ku derbarê doza xwe de agahiyê werbigirin.  Ka êm ê binêrin deriyê edliyeyê, deriyê edaletê yan deriyê zilmê ye. Ez hêvî dikim ku wê deriyê edaletê be û dozger hevdîtina me qebûl bike.”