Malbatên parêzvanên mafên mirovan ên girtî PDK şermezar kirin

  • 12:20 8 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên parêzvanên mafên mirovan ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin li ber Edliyeya Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrur Barzani şermezar kirin. 
 
Aktivîstên Parêzvanên Mafên Mirovan Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn di 10 Hezîranê de ji aliyê Partiya Demokratîk a Kuristanê (PDK) ve hatibûn girtin û piştre li dijî binpêkirina mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Malbatên aktivîstên mafên mirovan li ber Edliyeya Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê ya Federe Mesrur Barzani şermezar kirin. 
 
Hevdîtina Aktivîstên Parêzvanên Mafên Mirovan a bi malbatên wan re tên astengkirin û di rûniştina duyem de nehatin tehliyekirin. Malbatan ev yek şermezar kirin. 
 
Malbatan diyar kirin ku xizmên wan têkoşîna mafê mirovan didin û xwestin demildest bên berdan.