'Em ê bi hev re polîtîkayên qeyûm mahkûm bikin'

  • 09:03 8 Îlon 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, da zanîn ku bi polîtîka qeyûman dixwazin peyamekê bidin gel û got: “Dixwazin bingeha çanda Colemêrgê bikin yek.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de hevşaredarên Colemêrgê Cîhan Karaman û Humeyra Armut bi dengekê mezin şaredarî girtin û dîsa heman salê walîyê bajêr Îdrîs Akbiyik wek qeyûm tayînê şaredariyê hatibû kirin. Li bajarê ku pirsgirêka binesazî û avê tê jiyîn, hevşaredar Humeyra der barê pirsgirêkên ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha, axivî.
 Humeyrayê daxuyakirin ku deynên qeyûmên berê hatibûn tayînkirin nehatiye dayîn, îhaleya ava ku berê qeyûm ketibûyê niha dîsa qeyûm ketiyê û butçeya wê jî 500 trîlyon e. Humeyrayê wiha dirêjî dayê: “Rewşeke din a li bajar tê jiyîn ev e ku avahiyan bi rengê sor û spî boyax dikin. Bi vê dixwazin peyamekê bidin gelê Colemêrgê. Rejîma qeyûm jî xwe bi aşkera datîne holê.”
 
‘Şaredariyan vediguherin qada rantê’
 
Humeyrayê her wiha daxuyakirin ku qeyûm ne şexsên serbixwe ne, berhema polîtîkaya desthilatdariyê ne û ev tişt anî ziman: “Me pratîkên qeyûman li bajarê xwe dît. Tiştên ku qeyûmên berê kirin, hesabê wê nehat pirsîn. Bi qeyûmên nû re heman polîtîka hatin meşandin. Tişta ku qeyûm dixwaze bike, ev e ku şaredariyan biguherin qada rantê. Li wan deran bi tevlibûna hinek kesên diyarkirî hinek tiştan dikin û gel ji şaredariyê dûr dixin. Em pratîkên wan pir baş dibînin.”
 
‘Qeyûmê niha jî heman tiştî dike’
 
Humeyrayê destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm bûye wek rejîm û tiştên ku qeyûmê tayînî şaredariya Colemêrgê bûye, kiriye wiha vegot: “Deynê qeyûmê berê, êrîşên li hember çanda Colemêrgê, êrîşên li hember ziman û nêzîkatiyên ji bo guherînê, ev hemû tê wateya neqebûlkirina îradeyê. Qeyûmê niha jî heman polîtîkayê dimeşîne. Me berê îhaleya projeya avê anî rojevê. Me îhaleya avê ya qeyûmê berê qebûl nekir. Me îhale dabû dadgehê, ji ber ku nelêrêtî hebû. Lê qeyûmê nû jî heman tişt kir. Li gorî îdiayan tenê biryar ji aliyê hinek kesan ve tê girtin û bi hinek kesan re tê parvekirin.”
 
Li pey hev îdiayên îhaleya avê
 
Humeyrayê bertekên xwe wiha anî ziman: “Li gorî îdiayan îhaleya ku qeyûmê berê girtibû, yê niha jî girtiye. Hesabê îhaleya berê nehatiye dayîn û gel dîsa mahkumê îhaleyeke avê ya ku nayê zanîn wê pêvajo çi bibe,  dikin. Cerdevanan tînin şaredariyê kar didinê û ji bo van cot mûçe û mesayî tê dayîn. Gel îro bi giştî ji gel dûr ketine. Avahiyên şaredariyê bûne wek navenda polîsan. Qeyûm xwe bi aşkera di avahiyan de nîşan da. Niha projeyek daniye holê û avahiyên navendê bi boyaxa sor û spî boyax dike.”
 
‘Hewl didin sazbûna çanda Colemêrgê xera bikin’
 
Humeyrayê bal kişand ser avahiyên li navendê tên boyaxkirin û  bi lêv kir ku qeyûm li vir dixwaze peyamê bide gel û armanca xwe ya esas li vir bi aşkera danîne holê. Humeyrayê ev tişt daxuyand: “Dixwazin hişê yek bibe yek. Nêrîn bibe yek. Pirçandiya Colemêrgê,  dikin yek. Armanca di vir de rant e û li aliyê din jî dixwazin çanda Colemêrgê biguherin. Hişê çandî tune bikin.”
 
‘Em ê polîtîkayên qeyûm mahkûm bikin’
 
Humerayê di dawiyê de jî wiha got: “Daxistina tabelayên Kurdî, girtina saziyên jinan. Ev di esasê de nîşan dide ku dixwazin ferasetek çawa bidomînin û çi biafirînin. Di vir de ya ku dixwazin bikin ev e ku polîtîkayên qeyûm normal bên dîtin. Lê em destûrê nadin vê. Em ê polîtîkayên qeyûm mahkûm bikin.”