ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2021'Ê

  • 09:00 8 Îlon 2021
  • Rojev
 
*Dayika girtiya nexweş Saadet Îdîn, Aliye Îdîn anî ziman ku keça wê ji ber qrîza derbas kir aliyê wê yê rast felç bûye, li gel vê jî keça wê girtin û ceza kirin û got: “Tedawiya keça min nayê kirin. Ez ji ber rewşa tendirustiya wê bifar im. Em vê zilmê qebûl nakin. Ger ku tecrîd bê rakirin dê zilm jî bi dawî bibe. Dê têkoşîna me dayikan dawî li tecrîdê bîne.” DÎMEN HEYE
 
*Koçerên ku serpêhatiya civakê ji demên ewilî de ava kirin e hê jî li gelek deverên herêmê  kevneşopiya xwe diparêzin. Jina bêrîvan Zozan Uvat wiha dibêje: “Şert û mercên jiyana me gelek zehmetin lê em ji jiyana di nav xwezayê de gelek hez dikin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut ya ku qeyûm tayînê şûna wê bû, da zanîn ku bi polîtîka qeyûman dixwazin peyamekê bidin gel û got: “Dixwazin bingeha çanda Colemêrgê bikin yek.” DÎMEN HEYE
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê dê biçin serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 184 rojin li ber edliyeyê Nobeta Edaletê digirin. (12.00)