Li Germiyanê cenazeyê jinekê hat dîtin

  • 08:38 8 Îlon 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Germiyanê cenazeyê jineke xeniqandî hat dîtin. 
 
Li gor nûçeya Rojnewsê hat diyarkirin ku polîsên Germiyanê daxuyanî dane û diyar kirine ku cenazeyê jinek xeniqandî hatiye dîtin. Hat diyarkirin ku dibe ku mêrê pê re zewicî bûbe sedema qeniqandina jina mirî hat dîtin.   
 
Berdevkê Ragihandina Polîsên Germiyan Elî Cemal Qedurî derbarê bûyerê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin, li taxa Muzefînî ya Kelarê cenazeyê jinek bi navê (B.A.M) ya temenê wê 35 salî ye, xeniqandî hatiye dîtin.
 
Hat diyarkirin malbata jina mirî hatiye dîtin berê jî çûne giliyê mêrê bi jina mirî hat dîtin zewicandî kirine. Bi biryara dadwer li gorî madeya 406 hatiye binçavkirin û lêpirsîna di gel de berdewam e.
 
Hat gotin, cenaze ji bo lêkolînê şandine tiba edlî.
 
Li gorî îstatîstîkên Rêveberiya Têkoşîna li dijî şideta li ser jinê ya Germiyanê, di heşt mehên derbasbûyî de li gorî heşt mehên destpêkê ya par rêjeya gilîkirina jinan ji sedî 11 zêdetir bûye.