Li Îzmîrê êriş li hemberî malbatekê hat kirin: 12 kes birîndar bûn

  • 08:31 8 Îlon 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Di êrişa çekdarî ya li dijî malbatekê de ku li Konakê pêk hat 12 kes birîndar bûn. Di nava kesên birîndar bûne de zarok jî hene. 
 
Li Kuçeya Guneyê ya navçeya Konakê ya Îzmîrê ji aliyê 2 kesî ve li dijî malbatekê êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de yek jê pitikek, 5 zarok bi tevahî 12 kes birîndar bûn. 
 
F.Ç (1), A.U, R.U (13), S.U. (42), A.U. (38), M.U. (18), M.T. (22), D.U. (16), F.U. (30), B.U. (17), S.N.D. (10), A.U. birîndar bûn. Ekîbên tendirustiyê birîndar rakirin Nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê yên Tepecik û Bozyakayê.
 
Hat zanîn pitika yek salî ku saçirme li serî û laş ketiye bi giranî birîndar bûye. 2 kesên êrişî malbatê kirin hatin binçavkirin.