Serdozger dîmenê komkujiyê neda parêzer!

  • 16:47 7 Îlon 2021
  • Rojane
KONYA - Serdozgerê ku lêpirsîna qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogullari bi rê ve dibe, dîmenên komkujiyê û nivîsandinên WhatsAppê neda parêzerê malbatê. 
 
Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmehê de 7 ferdên malbata Dedeogullari di encama êrişek nijdadperest de hatibûn kuştin. Serdozgerê Komarê yê Konyayê ku lêpirsîna têkildarî komkujiyê bi rê ve dibe, dîmenên aydî roja komkujiyê û nivîsandinên WhatsAppê neda parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut. Di çarçoveya lêpirsîna komkujiyê de ji malbatên Keleş û Altûn ên êrişa nijadperest pêk anîni 10 kes û kujer Mehmet Altûn hatibûn girtin. Dîmenên komkujiyê ji aliyê kameraya ewlehiyê ya malbata Dedeogullari bi xaniyê xwe ve danîbûn hatibûn girtin. Her wiha derketibû holê ku malbata Altûn û Keleş beriya komkujiyê grûbek WhatsAppê ava kirine. 
 
Serdozger ji bo dîmen û nivîsandinên WhatsAppê bide parêzer ji Wezareta Dadê destûr xwest. Tevî vê yekê jî serdozger dîmen û nivîsan neda parêzer.