3 kes li Mêrsîn û Mereşê hatin binçavkirin
- 15:34 7 Îlon 2021
- Rojane
MÊRSÎN - Li Mêrsîn û Mereşê 3 kesên ku ji girtîgehê re pere şandin hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve dihat birêvebirin de leşker û polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin. Tûba Salman a li navçeya navendî ya Toroslar a Mêrsînê dijî û rêveberê Komeleya Piştevanî û Alikariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) a Çûkûrovayê yê berê Cengîz Dere yê li navçeya Tarsûsê rûdine, bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku Salman û Dere yên ji ber ji girtîgehê re pere şandine hatine binçavkirin wê bibin Mereş a lêpirsîn lê tê birêvebirin. Hat ragihandin ku di heman lêpirsînê de kesekî navê wî nehat zanîn li Mereşê hatiye binçavkirin.