Rayedarên Girtîgeha Amedê pirtûkan nadin girtiyan
- 12:47 7 Îlon 2021
- Rojane
AMED - Di nameya ji girtîgehê hat şandin de hat diyarkirin ku rayedarên Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'emîn pirtûkên ku malbat ji zarokên xwe re dişînin nadine wan.
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Amedê ya Ewlehiya Bilind a Hejmara 1'emîn ku bi zext û binpêkirinên mafan tê rojevê pirtûkan nadin girtiyan. Huseyîn Işik ê di vê girtîgehê de dimîne têkildarî binpêkirinên mafan ên girtîgehê nameyek şand.
Huseyîn, di nameya xwe de diyar kir ku rayedarên girtîgehê, pirtûkên ku malbat ji wan re dişînin nadine wan û wiha got:"Bêhiqûqiyeke wiha li tu deran nîne. Ji bo ku me mexdûr bikin tiştê ji destên wan tê dikin. Armanca wan a bingehîn ew e ku weke bîrdozî me bê bandor bikin û bê vîn bikin. Em jî ji cihên pêwîst re serlêdanên hiqûqî dikin. Wisa xuya dike ku wê çareserkirina vê pirsgirêkê bidome."