Li Mexmûrê koma 133'yan: Li dijî xiyanetê bibin yek

  • 11:00 7 Îlon 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" didome û îro koma 133'yan çalakî dewr girt. Çalakvanan wiha bang li gel kir: "Banga me ji bo tevahî gelê bindest û bi taybet ji Gelê Kurd re ew e ku bibin yek û li dijî dagirkerî, êrîş û xiyanetê têbikoşin.”
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê ku 264 roj in bi awayek biryardarî berdewam dike îro bi tevlîbûna girseyê koma 133’yan dewir girt. Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li ser navê koma çalakiyê Arjîn Kuşmat di serî de xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Di van demên dawiyê de, ji aliyê dijminên xwînmij ve êrîşên hovane li ser gelê me pêk tê. Em van êrîşên hovane ku bi alikariya hevkarên wan PDK’ê tên pêkanîn bi tûndî şermezar dikin. Li hember van êrîşan, gerîlayên me li çiyayên azad berxwedanek dîrokî didin meşandin. Niha dijmin her ku diçe winda dike û ji ber ku nikare vê têkçûna xwe veşêre, her cûre bê exlaqiyê dike. Bombeyên kîmyewî bikartîne û bi hovana êrîş dike. Lê dewleta Tirk û PDK çi bike bila bike, em ê heta dawî li dijî zihniyeta wan ya peritî berxwedana xwe bidin meşandin. 
 
Em berxwedana tevahî têkoşerên di rêya azadiyê de dimeşin, silav dikin û dibêjin wê serkeftin bibe ya gelê berxwedêr. Banga me ji bo tevahî gelê bindest û bi taybet ji  Gelê Kurd re ew e ku bibin yek û li dijî dagirkerî, êrîş û xiyanetê têbikoşin.”
 
Merasîma dewirgirtina bi dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana zîndanan" û "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.