Agir bi qada daristanê ya quntarê Çiyayê Cûdiyê ket

  • 10:10 7 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Agir bi qada daristanê ya quntarê Çiyayê Cûdiyê ket. 
 
Agir bi qada daristanê ya Gundê Spîndarok ê li quntarê Çiyayê Cûdiyê ket. Sedema agirê do bi qada daristanê ket, nehat hînbûn û hat diyarkirin agir bi bandora bayê belav bûye. Her wiha hat hînbûn tu mudaxale li dijî agir nehatiye kirin. 
 
Hat diyarkirin agirê bi 10 nokteyên cuda yên herêma Bestayê ya Şirnexê ketiye, didome.