Ji Leyla Guven ji bo Ferda Cemîloglu peyama sersaxiyê

  • 16:59 6 Îlon 2021
  • Rojane
XERPÊT- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo Karsaz Ferda Cemîloglu peyama sersaxiyê şand.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a li Girtîgeha Xerpêtê girtî ji bo Endama Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî û Karsaz Ferda Cemîloglu (70) ku jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê şand. 
 
'Em ê wê bi rûkeniya wê bi bîr bînin'
 
Peyma Leyla wiha ye: "Min agahiya mirina Karsaza kurd, Endama Platforma Jinên Kurd a Yekgirtî û aktîvîsta civaka sivîl ji ber şert û mercên girtîgehê dereng bihîst. Ez gelek xemgîn im! gora brêz Ferda bihişt be, di nav gul û kulîlkan de razê. Em ê wê bi têkoşîna wê ya ji bo yekitiya Gelê Kurd, bi têkoşîna wê ya ji bo azadiya jinan û bi rûkeniya wê bi bîr bînin. Serê malbata wê, jinên kurd û tevahiya Gelê Kurd sax be."