Ajansa me cara 34'an hat astengkirin

  • 16:50 6 Îlon 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Navnîşana înternetê ya "jinnews32.xyz" ya ajansa me li ser weşana xwe dike bi biryara 5'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat astengkirin.
 
Astengî û qedexeyên li ser ajansa me JINNEWS'ê didomin. Navnîşana înternetê ya "jinnews32.xyz" ya ajansa me li ser weşana xwe dike bi biryara 5'emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê hat astengkirin. Ev biryara hat girtin li ser rûpela fermî ya Saziya Ragihandinê, Teknolojiyên Agahiyê (BTK) hat weşandin. 
 
Ev cara 34'an e ku sîteya me ya înternetê tê astengkirin. 
 
Weşana me ji ser navnîşana înternetê ya bi navê "jinnews34.xyz" didome.