Çalakiya Malbata Şenyaşar 128 roj in didome

  • 13:39 6 Îlon 2021
  • Rojane
RIHA - Malbata Şenyaşar 128 roj in li ber Edliya Rihayê çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” didomînin. Malbatê li ser medyaya dijîtal ev peyam parvekir: "Li ber deriyê edliyê, ev dayik 182 roj in radiweste. Her kes vê zilmê dibîne. Gelo çima kes ji vê zilmê re nabêje êdî bese."
 
Ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9’ê adara 2021’an ve çalakiya xwe ya “Nobeta Edaletê” ya li ber Edliya Rihayê dewam dike. Çalakiya malbatê ket roja 182’yemîn. Malbat îro di saetên serê sibê de, hat ber edliyê û li ku cihê weke “goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” tê bi navkirin dest bi nobeta xwe kir. Dayik û kurê xwe dîsa dowîza “Em tenê edaletê dixwazin” vekirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal hesabên Wezîrê Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê Onder Yenîçerî Gul etîket kir û got: “Li ber deriyê edliyê, ev dayik 182 roj in radiweste. Her kes vê zilmê dibîne. Gelo çima kes ji vê zilmê re nabêje êdî bese. Ey dozgerên komarê; ger serdest destûrê nadin ku hûn edaletê bi cih bînin, wê demê îstîfa bikin.”