Li Hêne operasyona leşkerî: Şêniyên gund bi lêdanê hatin binçavkirin

  • 12:16 6 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Li gundê mezraya Ovacik yê girêdayî navçeya Hêne ya Amedê di saetên sibê de operasyonek leşkerî pêk hat. Hate ragihandin ku welatî ji hêla leşkeran ve hatine derp kirin û hatine binçavkirin.
 
Li gundê mezraya Ovacik yê girêdayî navçeya Hêne ya Amedê di saetên sibê de operasyonek leşkerî pêk hat. Di operasyonê de leşkeran bi ser malan de  girt û mal hatin dorpêçakirin. Li gorî agahiyên ku hatin bi dest xwistin kesên di nav malê de bi lêdanê re rûbirû mane. 
 
Her wiha gundiyên ku xwestine mudaxeleyê bikin ji hêla leşkeran ve hatine bi lêdanê hatin binçavkirin. Heta niha 5 kes hatin binçavkirin. Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Gokhan Yildiz, Cevat Yildiz, Berzan Yildiz, Ercan Yilzdiz û kesekê ku navê wê/î nehat zanîn jî lêdanê hatin binçavkirin.
 
Her wiha hate ragihandin ku gelek jinên gund ji hêla leşkeran ve lêdan xwarine û dorpêçaa gund hêj jî berdewam dike.