47 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin hatin berdan

  • 08:46 6 Îlon 2021
  • Rojane
STENBOL - 2 jê zarok 47 kesên di çalakiya li tunelê ya 1'ê îlonê de li Stenbolê hatin girtin hatin berdan. 
 
Hêzên Demokrasî û Aştî û Kedê bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwestibûn li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mîtîngê li dar bixin lê belê ev yek li ser biryara Wezareta Karê Hundur ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin. Hêzên Demokrasî û Aştî û Kedê jî ji bo vê qedexekirinê şermezar bike li Qada Tunel Taksimê hat gel hevdu û xwest daxuyaniyê bide. Tevî rêveberên HDP'ê, Cîgira Serokatiya Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, Hevserokê ESP'ê yê Giştî Şahin Tumuklu 47 kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 
 
Piştî kontrola nexweşxaneyê û îfadeya li Muduriyeta Emniyetê ya Kolana Vatanê 47 kes hatin berdan. Navên 33 kesên hatin diyarkirin wiha ne:"Hevserokê ESP'ê yê Giştî Şahin Tumuklu Riza Kaplan, Orhan Ozoner, Cemalettin Yuksel, Ahmet Ozbuganli, Umut Kahraman Ezber, Îbrahim Tuncel, Burcugul Çubuk, Nurgul Uci, Hakan Dilmeç, Firat Çaglar Karabulut, Ezgi Çetinkaya, Turhan Yildirim, Şeref Ozcan, Suavi Bayrak, Ekim Veyisoglu, Feyaz Çanak, Harun Turan, Nezir Duran, Fatih Ergun, Sedat Sonmez, Rojin Keskin, Serhat Sekendur, Hasan Kelekçi, Berzan Elustu, Ramazan Dişari, Firat Kaya, Muhammed Saglam, Furkan Akici, Onur Şimşek, Abuzer Aslan, Dogan Ozkan, Gokhan Aslan."