Dayikên aştiyê wê giraniyê bidin xebatên dîplomasiyê

  • 09:05 6 Îlon 2021
  • Rojane
Hebîbe Eren
 
STENBOL- Dayikên Aştiyê ku ji 1996’an de têkoşîna aştiyê didin diyar kirin ku astengiya herî  mezina li pêş rakirina tecrîdê polîtîkayên şer in û bang kirin ku ger hemû civak dest bide hev wê tiştên baş biser bixin û gotin: “Derxistina şer hêsane, di saetekê de herder dikare bê hilweşandin, lê mirov nikarin aştiyê di saetekê de bînin.”
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’ê ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê rabe dabûn destpêkirin roja 284’an li pey xwe dihêle. Beriya vê çalakiyê herî dawî di 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven grev hatibûn destpêkirin û piştî grevan hevdîtin hatibûn destpêkirin. Wek grevên demên berê, di vê pêvajoyê de jî dayikên aştiyê ji bo dengê girtiyan bidin bihistin têkoşîn dan û rastî gelek astengiyan hatin. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di 1996’an de bi daxwaza aştiyê hat avakirin û 25 sale têkoşîna xwe dimeşîne. Dayikan diyar kirin ku astengiya mezin a li pêş rakirina tecrîdê polîtîkayên şerin û bi lêv kirin ku divê tecrîd bê rakirin û ji bo grev bidawî bin, rayedar gavê bavêjin.
 
Endamên însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Guler Bugday, Emîne Elbek, Bedîa Gokuz û Emîne Unal li dijî tecrîdê banga têkoşînê kirin.
 
'Daxwazên girtiyan bi cih bînin'
 
Gulerê destnîşan kir ku girtî nêzî 300 rojî ne di grevê de ne û got: “Girtî bi vê rê hewl didin dengê xwe bi muxatab û rayedaran bidin bihistin. Di raya giştî de bêdengyek heye. Gelo ma divê girtî di çalakiyê de jiyana xwe ji dest bidin û piştre deng bê derketin. Em mirinê naxwazin. Divê demildest daxwaz bên cih. Daxwazên mijara gotinê ne, daxwazên mirovî ne. Divê her kes li dijî vê dengê xwe bilind bike.”
 
‘Qêrîna êdî bes e bilind dibe’
 
Gulerê wiha dirêjî dayê: “Qêrîna dayika ya ‘Êdî bes e’ her diçe bilind dibe. Em nikarin razên. Di ser hevdîtina Îmraliyê re du sal derbas bû. Ev du sale tu hevdîtin nayê kirin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe wê ya ser civakê jî rabe. Em dayik tu car tecrîdê qebûl nakin. Di demên dawî de li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer, di operasyonên hewayî de gelek sivîl hatin qetilkirin. Pêkanînên dijmirovane bi israr tên meşandin. Tirkiye ji ber di navxwe de aştiyê pêk nayne, nikare derbarê aştiya welatên din de  xwedî maf be.”
 
‘Felsefa Kurdan li ser aştiyê hat avakirin’
 
Gulerê her wiha ev nirxandin kir: “Ev 25 sale em dayikên aştiyê têdikoşin. Em dizanin ku di tu merciya dewletê de beramberê aştiyê tune be. Me hewl da em xwe bigihînin meclîsa, Enqereyê û her derê. Niha em ji bo dîplomasiyê dixebitin. Em di riya aştiyê de rastî îşkencê hatin, binçavkirin û girtinê hatin. Lê me her tim di aştiyê de israr dikin. Dayikên kurd aştiyê dixwazin. Felsefa me kurdan ne li ser şer, li ser aştiyê hatiye avakirin.”
 
‘Em ê giraniyê bidin ser xebatên dîplomasiyê’
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê giraniyê bidin ser xebatên dîplomasiyê û di vê mijarê de jî ev tişt vegot: “Xebatên me ji ber pandemiyê rawestiyan. Lê di dema pêş de em ê giraniyê bidin xebatên dîplomasiyê. Ligel saziyên dewletê, em ê bi partî, baro, rewşenbîr û nivîskaran re bên gel hev. Têkoşîna dayikan wê ji bo aştiyê bidome.”
 
‘Gava yekem a azadiyê rakirina tecrîdê ye’
 
Emîne Elbek jî bi lêv kir ku heta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe tu Kurd nikare azad bin û ji bo deriyên Îmraliyê vebibin û gava  yekem a azadiyê rakirina tecrîdê ye. Emîneyê bertek nîşanê operaysonên dersînor yên Tirkiyeyê dan û got: “Bila bombe wek baranê bi ser me de nebarin. Em naxwazin xwîna kurdan birêje û bila aştî pêk bê.”
 
 ‘Derxistina şer hêsane, lê pêkanîna aştiyê ne hêsane’
 
Emîneyê di axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ger em civak dest bidin hev wê tiştên baş pê bên. Derxistina şer hêsane. Lê aştî wisa di saetekê de pêk nayê. Divê her kes dest bide hev û têkoşîna jiyaneke bi rumet, aştiyeke bi rumet bide. Ez bang li dayikên li ber avahiya HDP’ê ku bi îdiaya ku zarokên wan çûne çiyê, runiştine dikim. Gelo ew şerm nakin li wir rudinin. Em jî ne kurd in? Bila werin em dest bidin hev û hesab ji dewletê bipirsin. Çareserî ne deriyê HDP’ê ye, deriyê dewletê ye.”
 
‘Dewletê hiqûqa xwe binpê kir’
 
Bedîa Gokuz jî balkişand ser tecrîdê û wiha bertek nîşan da: “Gelo wê ev heta ku derê biçe? Dewletê hiqûqa xwe jî kiriye bin piyan. Ger hiqûq hebe her kes heye. Ji bo ev rewş dubare nebe, divê em hemû bertek nîşan bidin. Divê em bi hestyar tevbigerin. Divê her kes hestiyarî nîşan bide. Em deng dernexin wê tecrîd bidawî nebe. Di 1’ê îlonê de jî Tirkiyeyê êrîşên xwe diomandin. Gelo çi karê Tirkiyeyê li Şengalê heye. Nexweşxane bombe kirin. Gelo hun çi ji wan mirovan dixwazin. Em dayik wê her tim di aştiyê de israr bikin. Em ê li kolanê bin û têkoşînê bidomînin.”
 
Emîne Unal jî ji bo rakirina tecrîdê bang li hemû kesî kir ku ligel hev tevbigerin û got wê têkoşînê jî bidomînin.