ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2021'Ê
- 09:00 6 Îlon 2021
- Rojev
*Şanoya Bajêr a Amedê, atolyeyên bê pere ku perwerdeya şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe. Listîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar destnîşan kir ku ew dixwazin bingeha şanoya kurdî ava bikin û wiha got: “Bila yên ku xwedî qabîliyetin û bi taybetî hevalên jin û kesên ku dixwazin şanoya kurdî pêş bikeve bila serî li me bidin. Em li benda wanin.” DÎMEN HEYE
*Li Taxên Dîcle û Ferîtkoşk yên girayê taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, wek taxên bi rîsk hatin îlankirin û piştî vê biryara hilweşînê hat dayîn. Şêniyên taxê diyar kirin ku dixwazin çand û xwezaya wan talan bikin û gotin wê li dijî hilweşînan şûnde gavê navêjin. DÎMEN HEYE
*Dayikên Aştiyê ku ji 1996’an de têkoşîna aştiyê didin diyar kirin ku astengiya herî mezina li pêş rakirina tecrîdê polîtîkayên şer in û bang kirin ku ger hemû civak dest bide hev wê tiştên baş biser bixin û gotin: “Derxistina şer hêsane, di saetekê de herder dikare bê hilweşandin, lê mirov nikarin aştiyê di saetekê de bînin.” BI DÎMEN
*Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmurê Leyla Arzu Îlhan, diyar kir ku ambargo, êrîşên dewleta tirk, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji çar alî ve didomin. Leylayê got: “Li dijî êrîşan gelê me her tim li ber xwe da. Niha jî di berxwedanek mezin de ye. Ez bang li saziyên navneteweyî dikim. Li dijî vê bêdeng nemînin û nebin hevkarên sûc.”