Agir bi Geliyê Mûnzûrê ket

  • 08:15 6 Îlon 2021
  • Rojane
DÊRSIM - Agir bi qada daristanê ya Çemê Salê yê li Geliyê Mûnzûrê ket. 
 
Agir bi qada daristanê ya Çemê Salê yê li Geliyê Mûnzûrê yê Dêrsimê ket. Li gor agahiyên hatin bidestxistin do di saetên serê sibehê de agir bi qada daristanê ya Çemê Salê ket. Berê jî agirê bi Çemê Firtina Veli ketibû gihaştibû Çemê Salê jî.
 
Hat diyarkirin heta niha tu mudaxale li dijî vî agirî nehatiye kirin.