Ji cihê Mîraç lê hat qetilkirin bang: Bêdeng nemînin

  • 18:18 5 Îlon 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Hezexê, derbarê Mîraç Mîrogluyê  li taxa Turgût Ozal di 3’ê Îlonê de ji ber panzera lê da jiyana xwe ji dest da daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga bila demildest kujer bên darizandin hat kirin. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a navçeya Hezexa Şirnexê, derbarê Mîraç Mîrogluya ku li taxa Turgût Ozal di 3’ê Îlonê de ji ber panzera lê da jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Daxuyaniya ku li cihê bûyerê hat dayîn Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozgûneş û Hûseyîn Kaçmaz, rêxistnên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnex, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, hûnermendên Botanê yên NÇM’ê û gelek kes tevlî bûn. Girse di serî de li ber avahiya malbata Mîraç kombû û ber bi cihê bûyerê ve meşiya. Di dema meşê de wêneyên zarokên ku bi wesayitên zirxî hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşma “Şehît Namirin” hat berzkirin. Li cihê Mîraç lê hat qetilkirin qûrnefîl hatin danîn.  
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Destên xwe yên qirêj, wesayitên xwe yên kujer ji taxên me bikêşînin, kêr gihîştiye hestî” hat vekirin. Daxuyanî ji hêla rêvebira HDP’ê ya Hezexê Elfesya Nas ve hat xwendin.
 
Elfesya, anî ziman ku ji ber polîtîqayên qirêj ên îktîdara faşîst AKP û MHP'ê, beriya du rojan zarokek hat qetilkirin û got: “Tu îzaha vê bûyera terorê ya trafîkê tune ye û ev komkujî bi zanebûn hatiye kirin. Di salên navbera 2015-2020'î de bi tenê li ser erdîgariya Kurdan  ji ber wesayîtên zirxî ji 120 kesan zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Ev ne qeza ne. Li ser vê axê polîtîqayên bêcezabûnê û cînayet ji kurdan re rewa tên dîtin. Kesên ku jiyana xwe ji dest didin ji ber ku kurd in mekanîzmaya hiqûqê pêk nayê, hiqûq û edalet ji holê hatiye rakirin. Kesên ku qetil dikin jî tên xelatkirin.”
 
‘Em ê li ber xwe bidin’
 
Elfesya, diyar kir ku  di 3'ê Adarê û 9'ê Adara 2016'an de dema qedexeya şer de bi tenê li Hezexê 8 zarok hatine qetilkirin û wiha domand: “Ev komkujiyên ku pêk hatine ne tesadûfin.  Em ê jiyan û canê xwe qûrbana wesayîtên zirxî nekin. Bila ew jî baş bizanibin. Ji ber têkoşîn û berxwadana me ya demokratîk bi van êrîşan dixwazin me ceza bikin. Welatiyan gelek caran aniye ziman ku lez û bêbal derbas dibin û hişyar kirine. Serî li rayedaran jî dane lê belê tu tedbîr nehatiye girtin û li ser vê axê jiyana gelê me hatiye îhmalkirin. Bi dijminatî nêzî me dibin. Êdî bes e. Pergala xwe ya qirêj, destên xwe yên qirêj û wesayîtên xwe ji taxên me vekişînin. Bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr û hwd. ji 30 mîlyon zêdetir mirov dijîn.  Li kîjan ji van bajaran ji ber wesayîtên zirxî mirov birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. An we qet nûçeyên bi vî rengî dît. Hêvî dikiê ku em nebihîzin jî. Em dixwazin heman nêzîkatî nîşanê mirovên ku li ser vê axê dijîn jî bidin.”
 
Elfesya, di dawiya axaftinê de ji malbata Mîraç re sersaxî xwest û wia dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku ev hovîtî bi dawî bibe em ê li ber xwe bidin.”
 
Ji bo Mîraç stran gotin
 
Li ser navê Hûnermendên Botanê yên NÇM’ê jî Abdullah Ayaf axivî û bûyer şermezar kir û wiha got: “Her tim zarokên kurdan tên qetilkirin. Her tim li dijî zarokên me ev êrîş tên kirin. Kesên ku zarokên me dikujin nayên cezakirin. Ji bo ku zarokên me di taxan de jiyanek azad bijîn em ê li ber xwe bidin.” Hûnermendan piştre ji bo Mîraç strana “Goranêm law” gotin.
 
‘Komkujî zanebûn  hatiye kirin’
 
Herî dawî Hasan Ozgûneşê HDP’yî axivî û pirskir ku vî zarokê ji bo çi kûştine û wiha domand: “Gelo serxweş bû. An jî ajotina wesayitê nizanibû. Ger ku serxoş be kêmasiyek mezin e. Ev komkujî bi zanebûn  hatiye kirin. Ji 2008’an vir ve ji ber wesayitên zirxî 92 bûyer pêk hatine. Ji ber van bûyeran 40 kes mirin û 52 kes birîndar  bûn. Ev kes hêzê ji hûkemetê û ji  polîtîqayên bêzabûnê digirin.”
 
‘Çima ceza nadin van’
 
Hasan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Kesê ku qetil kir em nizanin ku hatiye binçavkirin  an na. Me bihîst ku jê re gotine here roja dûşemê were wê îfadeya te bigirin. Ger ku raste wê demê walî, qeymeqam û rayedarên dewletê vê wek sûc nabîn. Em dirûşmeyan berz dikin 10 sal cezayan didin me. Çima ceza nadin van.”
 
‘Ev kuştina çenda ye’
 
Hasan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van panzerên xwe ji kolanan vekişînin. Ev gel çi dike ku hûn li kolanan digerin. Li vir çi heye, bibêjin. Ev kuştina çenda y. Tên zarok, kal û pîran dikûjin. Vegerin cihên xwe. Li vî welatî HDP welatek azad û demokratîk wê ava bike. Me serî li ber Kenan Evren, Çatiyan, Esat Oktayan netewand. Em ê li dijî van êrîşên we yên faşîst li ber xwe bidin. Şehît Namirin. Ev zarokê 7 salî bi zanebûn hat qetilkirin. Ew jî tevlî kervanê şehîdan bû.”
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehît Namirin”  bi dawî bû. Girse piştre çû cihê şînê û ji malbatê re sersaxî xwest.