Cenazeyê Amara ya hat qetilkirin li ATK'ê tê rawestandin

  • 17:18 5 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Cenazeyê Amara Dwla ya 13 salî ku ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin li Saziya Tipa Edlî tê rawestandin û tu kes cenaze nagire. 
 
Li taxa Eyûbiye ya Rihayê li taxa Şimakut di 2'yê Îlonê de Amara Dwla ya 13 salî a Sûriyeyê ji aliyê bavê xwe Amet Mohammad Dwla ve bi rêya şewatê hat qetilkirin. Cenazeyê Amara ji ber ku kesek nagire li Saziya Tipa Edlî tê ragirtin. Cenaze ji ber ku xizmekî Amara ya Sûriyeyî tune ye li morgê tê ragirtin. 
 
Bavê Amarayê Ahmet Nohammad Dwla hat girtin, biryayê wê yê 12  salî jî ji bo xwedîkirinê dan yurda dewletê.