Nuray Çevîrmen: ATK wek saziyeke siyasî tevdigere

  • 09:02 5 Îlon 2021
  • Rojane
 
Sevîm Sutçu
 
ENQERE - Endama MYK'ê ya ÎHD Nuray Çevîrmen balkişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û bi taybet jinên girtî yên nexweş yên Herêma Anatolya Navîn û got: "Girtiyên nexweş yên giran ji ber girtiyên siyasîne, rêgeza wekheviyê tê binpêkirin. ATK wek saziyek siyasî tevdigere."
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê rewşa girtiyê nexweş her diçe giran dibe û li gorî rapora wezareta dadê û Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîfê ya Ceza, ya di 31’ê tîrmeha 2021’ê de aşkera kiriye, li girtîgehan di 360 saziyên înfaza cezayê de, 11 hezar û 271 jê girtin, hezar û 600 jê zarok bi giştî 282 hezar û 716 hezar girtî hene. Li gorî   ÎHD’ê li girtîgehên Anatolya Navîn 262 girtiyên nexweş hene, 41 jê jin, bi giştî 85 kes nexweşê giranin
 
Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Giştî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen derbarê rewşa girtiyên nexweş yên li herêma Anatolya Navîn de axivî.
 
‘Li girtîgehan 605 girtiyên nexweş hene’
 
Nurayê diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde tê jiyîn û gelek girtiyên nexweş hene, daneyên wan em bi malbat, nûçeyên çapemeniyê, serlêdanên ÎHD’ê, name an jî parêzeran bidest dixin û got: “Me di hezîrana 2020’an de di raporê de aşkera kir ku li hemû girtîgehan 605 girtiyên nexweş hene. Bêguman gelek girtiyên nexweşên giran hene. Girtiyên nexweş bi pirsgirêkan re rû bi rû hatine hiştin. Bêguman dema em dibêjin nexweşên giran, em behsa nexweşiya ku hatiye ber mirinê nakin. Ev şerma mirovahiyê ye. Ev nexweş hatine asta ku nikarin jiyana xwe bidomînin, yanî nexweşên dil, kezeb, pençeşêrê ne.”
 
‘Wesayîtên rîngê pirsgirêkên mezinin’
 
Nurayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo girtiyên nexweş  girtîgeh her deqe bi pirsgirêke. Pirsgirêka paqijî, xwedîbûn, ava paqik, derketina revîrê heye. Dema girtiyan dibin nexweşxanê bi rîngê dibin û gelek pirsgirêk e. Me bi dehan carî got ku wesayîtên rîngê ne başe, rewşa girtiyan hîn bêtir giran dike. Lê tevî vê dest ji vê pêkanînê bernadin û her diçe zêde dibe. Lê divê girtiyên nexweş bi wesayîtên tîpa ambulansê  bên sewqkirin. Lê mixabin girtiyên nexweş di cihekî wek qutiya teneke de li ser kursiyekî dest kelepçekirî dibin. Mixabin girtî di hawirek wisa de diçin û tên. Bi saetan di rîngê de tên sekinandin. Ev jî di alî neyînî de bandor li ser tenduristiyê dike.”
 
‘Girtiyên rastî newekheviyê tên hene’
 
Nurayê pêkanîna bi kelepçê dermankirin jî rexne kir û ev bertek nîşan da: “Mixabin ji ber vê nêzîkatiyê gelek girtî beyî ku derman bibin vedigerin girtîgehê. Em vê nêzîkatiya doktoran di alî etîk de rast nabînin. Kêm be jî hinek doktor vê qebûl nakin. Lê hêzên ewlehiyê ji doktor re dibêjin  kelepçê dernexin û doktor jî îtîraz nakin.”
 
‘ATK wek saziyek siyasî tevdigere’
 
Nurayê balkişand ser raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên ku demên dawî de pir tê rojevê û wiha dirêjî dayê:  “ATK’ê ji bo hezar û 330 girtî rapora wek ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade kiriye. Ev şaş e. ATK wek saziyek siyasî tevdigere. Ev tê wateya binpêkirina maf. Girtiyê nexweş Alî Osman Kose, dema sewqî ATK’ê tê kirin tê tespîtkirin ku di gurçikên wî de girseya pençeşêrê heye û tevî onkolog û urolog ji ber hucra pençeşêrê nehatiye tespîtkirin an jî rapor pêk nehatiye, rapora dikar di girtîgehê de bimîne tê dayîn. Li Tekîrdagê diçe nexweşxanê ev cihê bi pençêr tê tespîtkirin, gurçik tê girtin. Niha girtiye.”
 
‘Rêgeza wekheviyê hat binpêkirin’
 
Nurayê daxuyakirin ku polîtîka dewletê hemû aliyan dihewîne û beriya her tiştî divê destura bingehîn û peymanên navneteweyî pêk bên û ev tişt bi lêv kir: “Li girtîgehan girtiyên nexweş yên giran hene. Ji ber siyasîne ji rêgeha wekheviyê fêdeyê nikarin bigirin. Ev jî tê wateya binpêkirina rêgeza wekheviyê. Divê her kes ji qanûn û peymanên navneteweyî fêdeyê bigirin. Daxwaza me ev e.”
 
‘Divê demildest bên tahliyekirin’
 
Nurayê dawiya axaftina xwe de got di 2020’an de 4 girtiyên nexweş yên ser temenê 75’an jiyana xwe ji dest dane û wiha dawî lê anî: “Daxwaza me ev e ku newekhevî bê rakirin. Divê girtiyên nexweş ên giran demildest bên tahliyekirin. Ev pirsgirêkek girîng e. Divê hemû partî, rêxistinên civaka sivîl û sazî û dezge bi ser vê mijarê de biçin û  çareseriyê bixwazin.”