ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'Ê

  • 09:00 5 Îlon 2021
  • Rojev
 
* Zahîde Aydemîr a ku li gundê Rîz a girêdayî Darahênê ya Çewlîgê dijî, bi sala ne debara xwe bi mêşvaniyê dike û wiha dibêje: "Malbata me nêzî 70 sal in bi vî karî re mijûl dibe. Em hem debara xwe dikin û hem jî wek mîrateyê didomînin." BI DÎMEN 
 
* Endama MYK'ê ya ÎHD Nuray Çevîrmen balkişand ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û bi taybet jinên girtî yên nexweş yên Herêma Anatolya Navîn û got: "Girtiyên nexweş yên giran ji ber girtiyên siyasîne, rêgeza wekheviyê tê binpêkirin. ATK wek saziyek siyasî tevdigere." BI DÎMEN
 
* Parêzvana mafê mirovan Eren Keskin, bal kişand îşkenceya li hemberî siyasetmedar Celalettîn Yalçin yê HDP’ê û got: "Şîdet bi destê dewletê tê rewakirin. Lê aliyên muxalîf yên îşkence nagihêje wan bêdeng dimînin. Lê tu girîngiya vê tune. Helwesta muxalefetê destê dewletê xurt dike.”  BI DÎMEN 
 
*Li gorî çeteleya me ya tundiyê ya meha Tebaxê, 34 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin û 14 jinan jî bi gûman jiyana xwe ji dest dane.  Dîsa di meha Tebaxê de 5 zarok hatine qetilkirin û 6 zarokan bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest dane. 
 
*Jinên li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê , bertek nîşanê peywirdarên dewletê ku li kuçe û kolanan bi wesayitên zirxî yên dajon li herêmê dibin sedema mirin û birîndarbûna zarokên wan û gotin, "Em wan li vir naxwazin." BI DÎMEN