Peyama 1’ê Îlonê ya Amedê: Ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîn

  • 19:22 4 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Daxuyaniya 1’ê Îlonê ya Amedê li tevî astengiyên polîsan pêk hat. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo jiyaneke bi rûmet dê di têkoşînê de bi israr bin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest li pêş Plazaya AZC a li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyeke girseyî bide. Bêriya daxuyaniyê semta Ofîsê ji hêla polîsan ve hat dorpêç kirin. Hemû  kolan û cade bi erebeyên zirxî hatin girtin. Polîsên ku çekên lûle dirêj di destê wan de, di serî de Cadeya Ekîncîler û Kolana Hunerê û gelek cade û kolan dorpêç kirin. Polîsan, avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yenîşehîrê jî dorpêç kirin. 
 
Parlamenterên HDP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Meclîsa Dayikên Aştiyên yên Riha û Amedê, Rêxistinên HDP’ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçe û bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Bêriya daxuyaniyê girse ji hêla polîsan ve hat dorpêçakirin. Polîsan xwestin daxuyaniyê asteng bikin. Girse bi dirûşmeyên “Li dijî faşîzme serî hilde”, “Daxwaza aştî nayê asteng kirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwdanê bi ser kevin”  bertek nişanî polîsan dan. Ligel astengiyan dîsa girse bi israr daxuyanî da çapemeniyê. Her wiha di daxuyaniyê de pankarta ‘Dem dema qêrîna aştiye yê’ hat vekirin.
 
Li ser navê girseyê metna daxuyanî ji hêla berdevkê demê ya Platforma Ked û Demokrasîyê Suleyman Bozkurt ve hat xwendin.
 
‘Em ê di têkoşîna xwe de bi israrbin’
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi salane li ser vê erdnigariyê şer heye û xwîn tê rijandin. Pêdiviya vê welatê herî zêde bi aştiyê heye. Lê şûna wê pêdiviyê de polîtîkayên xwe yên şer her ku diçe zêdetir dike. Ji ber polîtîkayên nijadî, pirsgirêka kurd ketiye astekî êrîşane û pevçûnê. Di encama polîtîkayên şer de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û derheqê wan bûyeran de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Herî dawî li Şirnexê zarokek 7 salî ji ber erebeyê zirxî lê ket jiyana xwe jidest da. Em wek Hêzên Ked û Demokrasiyê, heya ku jiyanek bi rûmet bê avakirin û li dijî şerê aştî bê avakirin, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Bi vê armancê em ê di têkoşîna xwe de bi israr û xwe bi rêxistin bikin.”
 
‘Ji şer re êdî bes e’
 
Piştî metna hevpar a daxuyaniyê li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafîye Yîgît axivî û destnîşan kir ku heta ku tecrîd neyê şikandin aştî jî nayê vî welatî û  wiha nêrînê xwe anî ziman: “Em îro ji bo aştiyê hatin gel hev lê dordora me hemû hatiye dorpêçkirin. Peyva aştî gelek zora wan diçe. Zarokên me di girtîgehan de ne, gelê me tên qetîlkirin, hertim li ser me şer heye lê em li hemberê wan hemû tiştan tenê aştiyê dixwazin. Bes êdî ji şerê re. Bila êdî aştî were vî welatî.”
 
‘Em dijminatiya li dijî zarokên kurd qebûl nakin’
 
Herî dawiyê jî serokwekîlê Koma HDP'ê û parlamenter Sarûhan Olûç axivî û wiha axivî: “Em neçar man ku di bin dorpêçê daxuyaniyê  bidin. Em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin. Em dengê gel in û gotinên wan tînin zaman. Em ê li hemberê wan serî netewînin. Ev desthîlatdar ji aştiyê ditirse. Ji ber ku heke ku aştî pêk were dizane ku desthîlatdariya wê têk diçe. Polîtîkayên xwe yên li ser Sûriye, Iraq, Lîbya, Qibris û li her derê Rojhîlata Navîn de derfetek ji bo şer dît êrîşê dike. Ji ber wan hemû polîtîkayên şer desthîlatdariya xwe li ser piyan dihêle.  Duh li navçeya Hezexê zarokek 7 salî bi panzerê hat qetîkirin. Di pênc salên dawiyê de li Kurdîstanê bi dehan zarokên kurd hatin qetîlkirin. Lê kujer nehatin  darizandin. Ji ber ku polîtîkayê bêcezahiştinê heye. Em vê polîtîlkayê qebûl nakin.”
 
Piştî axaftinan girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû.