Mêrê ji girtîgehê hat berdan jinek qetil kir
- 16:11 4 Îlon 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Abdulkadir Pulent ê 62 salî ku ji girtîgehê nû derketiye jina pê re zewicî Emîne Pulent qetil kir.
Abdulkadir Pulent (62) ê nû ji girtîgehê hatiye berdan li navçeya Stewrê hevjîna xwe Emîne Pulent qetil kir. Di encama giliyê gundiyan de ev bûyer derket holê. Cendermeyên hatine cihê bûyerê Emîne Pulent mirî dîtin. Cenazeyê Emîne piştî otopsiyê hat veşartin.
Li gorî agahiyên hatine girtin Abdulkadir Pulent beriya niha jî zavayê xwe Şeyhmus Pulent qetil kiribû û 27 sal di girtîgehê de mabû. Ji ber tedbîrên Şewba Koronoyê ên ku ji aliyê hikumeta AKP’ê û MHP’ê ve ketibûn meriyetê de beriya 15 mehan ew ji girtîgehê hatibû berdan.
Abdulkadîr Pulent hîna nehatiye girtin.