HDP çû serdana esnafên Dêrsimê
- 15:43 4 Îlon 2021
- Rojane
DÊRSİM - Bi tevlîbûna Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş li Dêrsimê esnaf hatin ziyaretkirin û pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin.
Bi tevlîbûna Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û endamê Lîjneya Rêveberiya Partiya Kedê (EMEP) Levent Tuzel îro li Kolana Hunerê ya Dêrsimê bi mijara "Geşedanên siyasî, têkoşîna demokrasî û aştiyê" dê panelek bê lidarxistin. Pêşiya panelê esnaf hatin ziyaretkirin.
Meral Daniş Beştaş û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar bi hev re çûn serdana esnafan. Di serdanê de pirsgirêkên esnafan hatin guhdarkirin.