Dayika Mîraçê ku panzêr lê qelibî: Bila edalet cihê xwe bibîne

  • 13:47 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Dayika Mîraç Mîroglu, Nazîfe Mîroglu ya ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî qelibandina wesayita zirxî da diyar kir ku panzêr bi lez derbas bûye û wiha got: "Her roj ji vir panzêr bil ez derbas dibin. Duh jî  bi lez hat û li kurê min qelibî. Bila edalet cihê xwe bibîne."
 
Li taxa Tûrgût Ozalê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, duh maşîneya zirxî li zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglu qelibî û li dijî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Mîraç, li Goristana Şêx Hesenê ya li navçeyê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.  
 
Derbarê bûyerê de dayika Mîraç, Nazîfe Mîroglu û şahida bûyerê Emîne Şen ji ajansa me re axivî.
 
Nazîfeyê, anî ziman ku beriya bûyerê ew û kurê xwe li ber deriyê malê bûne û wiha behsa bûyerê kir:"Piştre ji bo ku nimêj bikim ez çûm malê. Hîn min destmêj negirt min dît ku dengê qêrînê hat. Gotin  erebeyekê zarok xistiye. Ber bi aliyê benzîgehê ve diçûm û min dît ku yek bang li min dike û got panzêrê li kurê te xistiye. Dema got panzêrê li kurê te xistiye min got wa ye kurê min kuştin. Ger ku texsî an jî erebe bûya ez wisa nedifikirîm. Ji ber ku panzer gelek bi lez diçin û tên li ber deriyê mala me. Min baz da û ez çûm cihê bûyerê. Min kurê xwe nedît. Kurê min bi panzêrê rakiribûn nexweşxaneyê. Piştre ez li erebeyekê siwar bûm û çûm nexweşxaneyê. Min li wir kurê xwe nedît. Bijîşkan mudaxale dikir. Lê kurê min xilas nebû. Dema kurê min birin goristanê defin kirin jî min cenazeyê wî nedît. Nîşanî min nedan."
 
'Bavê wî beriya 3 rojan jê re duçerxê kirîbû'
 
Nazîfeyê, got kezeba wê dişewite û wiha domand:"Kurê min tu carî bêyî min dernediket derve. Dema diçû ez li cem wî bûm. Min tu carî bi tenê nedihişt. Xwezî min duh jî wî bernedaya û ev tişt nebûya. Bavê wî beriya 3 rojan jê re kirîbû. Kurê min li ber kolana malê nediçû cihekî. Duh ji bo ku derbasî kolana dinê bibe ji cadê derbas dibe. Di wê navberê de panzêr bi lez tê û li kurê min dixe. Her roj panzêr û maşîneyên zirxî ji kolanên me bi awayekî bi lez derbas dibin. Tirsa me ew bû ku wê rojekê li hinekan biqelibe û li kurê min xist û kuşt. Mîraç ezîz û delalê min bû. Duçerxa kurê min  bûbû sê parçeyan û pêlava wî firiyabû cihekî din. Cîranan jî gotin panzêr gelek lez dihat."
 
'Bila edalet cihê xwe bibîne'
 
Nazîfeyê, di dawiya axaftina xwe de xwest ku bila rayedar kesên bûn sedema vê bûyerê bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bila edalet cihê xwe bibîne. Ji ber panzêrê îro Mîraçê min hat kuştin, bila zarokên din neyên kuştin. Bila pêşiya van bûyeran bê girtin. Bila panzêr ji nav bajêr derbas nebin. Bila di nav bajêr de wisa bi lez neçin. Mafê wan tune ye ku zarokên me bikujin. Çawa dikarin bi panzêrê zarokên me bikujin. Li her derê ev bûyerên panzêrê diqewimin. Gelek zarok ji ber panzêrê hatin kuştin."
 
'Bi panzerê birin nexweşxaneyê'
 
Şahida bûyerê Emîne Şen jî bi lêv kir ku dema bûyer pêk hat di hewşa malê de bûye û wiha got:"Çawa dengê qêrînê hat min baz da derve. Min dît ku panzêrê li zarokekî xistiye û giran birîndar bûye. Piştre ew kirin panzêrê ji bo ku bibin nexweşxaneyê. Min li deriyê panzêrê xist ji bo ku derî vekin ku ez binêrim kî ye. Duçerxeya Mîraç bû sê parçeyan. Pêlava wî firiyabû hewşek malê. Piştî bûyerê maşîneyên zirxî, gelek polîs, walî û qeymeqam hatin cihê bûyerê. Hemû gelê taxê bertek nîşanê bûyerê dan. Lê destûr nedidan em nêzî bûyerê bibin. Hemû jinên taxê li cem hev kom bûn."
 
'Bila dawiyê li vê zilm û zorê bînin’
 
Emîneyê diyar kir ku ew êdî ji ber bûyerên bi vî rengî newêrin zarokên xwe derxin derve û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Wê dibistan vebin û em newêrin zarokên xwe bi rê bikin. Kolan êdî hemû xetere bûne. Jiyan ji bo me gelek zehmet e êdî. Roj bi roj ev bûyerên panzêrê zêde dibin. Li vê derê tabelaya ‘bisekine’ jî heye, lê belê dîsa jî baldar nabin. Bila hemû kes li hemberê van bûyeran bêdeng nebînin. Kiryar nayên cezakirin. Em dixwazin edalet pêk were. Ger ku kesên zarokên din kuştin bihatana cezakirin dê ev bûyer pêk nehata. Em jî jiyanek azad, aram û bi edalet dixwazin. Di taxê de du qereqol hene. Her roj ji vir maşîneyên wan derbas dibin. Bila panzêr ji vê rêyê derbas nebin. Bila rêyek din diyar bikin ji bo wan û ji wir derbas bibin. Bila edalet cihê xwe bibîne û kiryar bên cezakirin. Bila dawiyê li vê zilm û zorê bînin."