Nobeta 'Edaletê' di roja 180'ê de ye: Ev çerxeke çawa ye?

  • 13:44 4 Îlon 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên nobeta xwe ya 'Edaletê' di roja 180'ê de didomînin li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev tişt parve kir:"Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm lê wan tên kirin em in."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 180'ê de didome. Ji ber Edliyeya Rihayê girtî ye malbatê çalakiya xwe, li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê, li ser hesabê xwe yê twîtterê hesabê Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul etîket kir û ev peyam parve kir:"Ev çerxeke çawa ye? Yên hatin qetilkirin em in, yên tên binpêkirin em in, yên zilm lê wan tê kirin em in. Parlamenterên AKP’ê jî komkujiya nexweşxaneyê şermezar kir, wê Wezîrê Dadê kengî ji vê zilmê re bêje bes e?"